HELEB – Meş ji Navenda Yekîtiya Êzdiyan destpêkir heya Qada Şehîd Destîne berdewam kir. Bi hezaran ji yekîtiya jinên ciwan û şêniya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê amede bûn. Di meşê de alên yekîtiya jinên ciwan û wêneyên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hildabûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê yekîtiya jinên ciwan Hêva axivî û got: “Di serî de em berxwedaniya Rêber Apo yê ku ev 23’ê salin di girava Îmraliyê de têdîkoşe silav dikin, şehîdên Rojavayê Kurdistanê şehîdên nemir bi bîrtînin û fermendara nemir Jiyan Tolhildan bi bîr tînin û em bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Di encama komployekê navdewletî de ev 23’ê salin Rêberê me di girava Îmraliyê de ye. Rast e ku Rêber Apo di girava Îmraliyê de ye, lê ema fikr û felsefeya xwe di nava gelê xwe de ye, di nava ciwanên xwe de ye. Rêber Apo tenê bi fîzîkî di zindana Îmraliyê de ye, em jî rojene li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Rêber Apo bi fikr û birdoziya xwe rê ji jinê re vekir ku jin xwe binase, xwedî hêz û îrade be.”
Hêva di axaftina xwe de bal kişand ser hedefgirtina pêşengên jin û wiha domand: “Niha em dibînin dewleta Tirk a dagirker her dem fermendarên me ji xwe re hedef digirin û her roj bi encama xiyanetê fermendarên me digihêjin asta şihadetê. Lê bila dewleta Tirk baş bizanibe ku çiqas tecrîdê li ser Rêber Apo giran bike jî, çiqas êrîşê li ser gelê Kurd zêdetir bike jî, weke gel emê bi Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana azad pêk bînin.”
Meşa jinên ciwan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedna Gerîla” bi dawî bû.