KOBANÊ – Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya dagirker ku li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dike, li herêma Firatê ji aliyê girseyeke mezin ya gel ve hate şermezar kirin.
Meşa ku bi pêşengtiya Kongra-Star hatî li darxistin, ji Qada Jina Azad ya Kobanê destpêkir û bi berzkirina siloganan li Qada Şehîd Egîd bi dawî bû.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan. Her wiha zarokan pankartên bi nivîsa “Bes e ji bêdengiyê re, Na ji dagirkeriyê re” hildan. Di çalakiyê de dirûşmên “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Di meşê de Macîde Hasûn axivî û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li dijî dagirkeran silav kir û bal kişand ser têkçûna dewleta Tirk ya dagirker di çiyayên Kurdistanê de.