NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe ku duh li gundewarê bajarê Qamişlo di encama êrişeke balafirên bêmirov ên biçek yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev hate gotin;
“Di çarçoveya têkoşîna me ya rewa ya li dijî terorê û dagirkeran de, hêzên me di oxira parastina nirxên gel û axa xwe de bê dudilî canê xwe feda dikin.
Îro jî em du hevrêyên xwe vedişêrin. Hevalên me ji gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên terorîstane li dijî herêmên me netirsiyan û hîn zêdetir vîna wan xurt bû ku rêya hevalên xwe yên şehîd bişopînin. Her du hevrêyên me duh di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Qamişlo şehîd bûn.
Hevrêyê me Dijwar Kobanê di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de pêşengtî kir û tev li gelek operasyonên paqijkirina herêman û rizgarkirina gel ji çeteyan bû. Her wiha li dijî êrişên dagirkeriya Tirk jî li ber xwe da û zêdetirî nîvê temenê xwe di oxira parastina herêmê û gelê wê de bihurand. Ji lew re, cihê xwe di dil û wijdanê gel de girt.
Hevrêyê me şehîd Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) jî di nava malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke têkoşînê de rabû û bi armanca parastina xakê û niştecihên wê tev li hêzên me bû. Şehîd Bawer di pêkanîna erka xwe de tu carî neket nav dudiliyan.
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên terorê yên li dijî herêmên me wê têkoşîna me kêm neke, berovajî wê îsrara me ya têkoşîna li hember dagirker û sîxurên wê zêdetir bike.
Li ser vê esasî, em ji malbatên şehîd Dijwar û Çiya û ji tevahî hevrê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em teqez dikin ku heta têkbirina dijmin û rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî em ê têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin.”