BEHDÎNAN – Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê yê ku ji 17’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin, hêrs û berteka ciwanên Kurd û Ereb ve zêde bûne. Hêzên dagirker ji bo tune kirin û qirkirina tevahî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû teknîk û hêza xwe xistine meriyetê. Lê li ruxmî vê jî dîsa hêzên dagirker nikarin li hember berxwedana destanwarî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi rihê Egîdan têkoşîn dikin, hebûna xwe bidomînin. Heman demê de ji aliyê ciwanên Kurd ve jî bertekên tund hatin raber kirin. Ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanê û dostên wê ve, bersiva dagirkeriyê bi tevlîbûna nava refên gerîla didin.
Li ser vê bingehê ciwanên ku tevlî nava refên gerîla bûne diyar kirin ku ewê tu carî li ber êrîşên dagirkeriyê bê deng nemînin û ewê bi gerîla re tola gelê Kurd ji dagirkeran hilînin û gotin; “Em bang li tevahî ciwanên kurd û Ereb dikin ku werin tevlî nava refên gerîla bibin. Em bang dikin ku li dijî dijmin rabin û di xeta şehîdan de derbên giran li dijmin heya ku ji axa me derbikeve.”
“JI BO TOLHILDANA JI DAGIRKERIYÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”
Navê min Hogir Intîkam, ez ji Dêrazorê me. Dewleta Tirk, dewleta terorîst, li ser tevahî gelên bindest, komkujî pêk anî ye. Di navbera Misliman, Kurd, Ereb, Xiristiyan, Aşûr û Ermeniyan de ferq û cuda nexist. Em jî tevlî nava refên gerîla bûn, da ku em van komkujiyên ku pêk tên bisekinînin. Ez bi berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna û Avaşînê bandor bûm û li ser vê bingehê ez tevlî nava refên gerîla bûm. Ez bang li tevahî ciwanan dikim ku tevlî nava refên gerîla bibin. Ji kîjan netewê dibe bila bibe, em bang dikin “Werin Cenga Azadiyê”.
“JI BO ŞERÊ ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ, WERIN CENGA AZADIYÊ”
Navê min Serhat Selîm e, ez ji bajarê Qamişlo me. Dewleta Tirk ya faşîst, li dijî gelê me yên Kurdistanê radibe û mirovên me dikuje. Ez jî weke ciwanekî Kurd ji bo tolgirtina tevahî gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bûme. Ez bang li tevahî ciwanên kurd û Ereb dikim ku werin tevlî nava refên gerîla bibin. Em bang dikin ku li dijî dijmin rabin û di xeta şehîdan de derbên giran li dijmin heya ku ji axa me derbikeve. Ji bo şerê Zap, Metîna û Avaşînê werin cenga azadiyê.
NC// Zerya Bagok