NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Reberê Gelan Abdullah Ocalan….
Provakatorên Komara Tirk ên zêde ji xwe bawer derketin, pir bi aqil bûn û xwe baş perwerde kiribûn. Lê ser nexistin. Kesên xwe zêde axa û paşa dîtin, xwe pir fêlbaz hizirîn, pir hesab kirin û hatin rewşek neyên nasîn. Li vê qadê karên xwe dimeşînim, lê belê êdî divê hûn bizanin karên xwe bimeşînin. Biçûk nabînim hûn çima wisa dikin an jî polemîkan ava dikin. Bes divê hûn jî mezinbûnê hêjayî xwe bibînin. Evqas ezmûna we ya jiyanê heye. Lê hûn nikarin pirsgirêkek hêsan a têkoşînê çareser bikin. Çima, ma hûn evqasî belengazin? Ma pir zehmete derdora xwe perwerde û birêxistin bikin? Pirtûkên me bixwînin, qesetan temaşe bikin, ji qadroyan van bixwazin, ger nedan we biçin cem ên jorê. Bêjin ev fermana Rêbertiyê ye hûnê bidin. Ji wan re bêjin hûn rêxistinê xirab dikin, napejirînim. Ev hemû li ber çavên we ye. Wisa texmîn dikim, hêj hûn nizanin ji sedî yek jî xwe binirxînin. Mixabin derket holê, jixwe hûn pir dereng û şaşî destpê dikin, di rastiyê de ji aliyekê ve jî gazincan ji xwe dikin. Ev rewşek niha gelemperiya miletê Kurd dijî ye. Em vê jî bi feraset pêşwazî dikin. Lê ev nayê wateya ku divê her tim wisa bimîne yan jî berdewam bike. Êdî hûnê bibin qadro, pêş bikevin û bibin bersiv. Me got dema te destpê kir polîtîka çiye pênaseya wê bike, divê mirov çawa nêzî peywiran bibe, di çarekê de diyar bike. Jixwe hûn jî daxwazkarê vî karî ne, karan bixin ser xeta rast. Ne şerme, ya şerim bi zanebûn nefêrbûn, bi zanebûn a derfeta wê heyî nekirine. Ma hûnê çi bidest bixin? Ne tiştek! Berovajî hûnê her tiştî winda bikin. Xebatek weke zêrîn tê dîtin, te têr dike, bi şeref dike, li hember dost û dijminan dike hêzek. Gelo ev ne rewşa herî mirovî ye çiye? Çima hûn naxwazin wisa bin? Hûn her tim bi rêbazên ji bav û kalan mayî û dijminatiyê kûr dike li hev dikevin, hevdu vale derdixin û di neguhdarkirinê de israr dikin. Ev pîşeya kiye, bermahiya kiye? Eşkereye, pîşeya dijmine û bermahiya wî ye. Bi çi wêrekiyê tu dikarî vê bidomînî, gelo mafê te heye? Na! Hûn dibêjin; “Dîsa jî ez wisa me.” Ez jî dibêjim na, hûn nikarin wisa bin. Ev tawane, hûnê vê rawestînin, ji xwe bidin destpêkirin û li derdora xwe jî belav bikin. Ya rastî mirov zêdetir şansekê bide we, li şûna wê di xeta rast de bikar bîne, ji kur destpê dike, li kur diqede, çiqas dide windakirin, firsend çawa ji dest diçe ne diyare, piştre hişê we tê serê we. Dibe ku hûn fêm bikin, lê ya dibe jî tê serê we. Em jî dixwazin vê rewşê ji holê rakin. Em di nav pêvajoyek firsendê bidest dixe, şêwaz û tempo li ser ferz dike û misoger encama serkeftinê derdixe holê de ne. Bilêvkirina Rêbertî û PKK jî wisa ye. Helwest û şêwaza bingehîn a xebatê ku dijmin tine dike jî wisa ye. Hûnê vê bizanin û têbigihin. Ango xalên vedibêjim pir zelalin, tiştên baş û nêzîkbûnên ku encamên rast bên derxistinin. Dîsa hûn nikarin li ser xwe serwer bin, çima di vê mijarê de dîsîplînek we nîne û dê kengî çêbe? Ez hêj dikarim ji bo we çi bikim? Ji yê herî nû tevlî bûyî re jî pir vekirî daxivim. Karên ku pêwîste bike çine jê re vedikim û dibêjim bi qasî dikarî bike. Tişta di dil de jî bese. Ger tu bikarî ji du cîranî re propagandeyekê bikî û nameyek girîng binivisînî jî dibe. Min her tim ev ji we re got. Te dît tu xwe hîn xurtir dibînî, nexwe xwe ji nûnertiya rêxistinekê re amade bike. Ger tu bawerî egîdek başî çek rake. Ev girêdayî te ye, tengavkirin nîne. Xwe bipîve wisa beşdar bibe. Ger tu nekarî vê jî bikî, tu belengazî û bi xwe dilîzî. Rewşa min jî ya niha, ji bo miletekî dikarim çi bikim, ji wî re bûna bersive. Bihizirin, ger min sînorê xwe nezanibûya, dê min çawa bikariya li hember şerek wisa dijwar li ser piyan bimînim? Min di sala xwe ya şanzdemîn de pir sebir kir, gava xwe jî li gorî vê avêt. Dibêjin qey her kes pesnê me dide, ne wisa ye. Nêvengek awarte nirxandin, mirov bizane dê çi ji navê derbikeve, ziraviya hemû reftarên vê bi berpirsyarî raberkirin pir hewce ye. Ev jî rê ji pêşketinek girîng re vekir. War û fersindên we yên weke zêrîn hene, ancex hûn nizanin lê jî binêrin. Paşê jî ji me eleqe hêvî dikin. Hûn li bendê ne em ji we re bêjin; “Çiqas hevalek başe, çiqas mirovek başe.” Ev nepêkane. Pîvanên min hene. Pir baş dizanim me çi, çawa bidest xistiye. Pir baş dizanim min çi ji kur girtiye û aniye kuderê. Bi qasî nekarim te bipîvim ne lewazim. Hewce nake tu jî xwe veşartî pêşkêş bikî yan jî cüda bidî diyarkirin. Di karên rizgariya netewî de misoger xwedî hêza ku bikarim pîvanan baş binirxînim de me. Niha divê hûn vê baştir fêm bikin. Di dil û mejiyê xwe de tam lê bidin, hûnê bizanin divê çawa be û bikarin gavên saxlem bavêjin. Tiştên dibêjim ne pir zehmet an jî nekarin xwe bigihînê ne. Li ser xwe serwerbûn, xwe nasîn, merc nasîn, ji pirsên em çawa bikin û çawa bijîn re bi vî rengî hinekê bersiv dayîn, cewhera tiştên destnîşan dikime. Wexta me destpê kirî jî min got, ya rastî ez bersiva herî başim. Bi azweriyek mezin, mirovî û tîbûnek hezar salî re dibe bersivek. Ger ev hêza we nîne hûn çi ji min dixwazin? Çi karê we li nav PKK’ê heye? Beramber vê pir bi hêrsim û pêwîste yekser derbikim. Ger bi te re hestiyariyek mirovî ya sînordar jî nîne, beramber nasnameya xwe, xoy û hebûna xwe rêzdariya te nîne, tu kiyî? Elbet hewce nake mirov nirx jî bide van. Tevî hemû hewldanên me nayê perwerdekirin û bi aqil nabe. Dixwaze me bikar bîne. Kesên hûn behsê dikin bi rastî jî bandora têkoşîna ku bi kedên mezin, li ser milê milyonan miletê me, hezaran şehîdên me, evqasî girtî û îşkence jiyayîn bilind dibe ji xwe re kirin palpişt û xwestin pir bêberpirsyar bijîne. Di nav van de yên ji Ewrûpa jî hatîn hene. Cardin dibêjim, an dê dev ji vê jiyanê berdin an jî bi rastî emê wan veguherînin masiyên ji avê derketîn. Her roj dehî caran vê ji kesên di nav gêrîla de ne re jî dibêjim.