NAVENDA NÛÇEYAN –
15’ê Tebaxê di diroka Kurdan de cîhêke pir girîng û dîrokî digre. Heta niha gelek tişt di derbara 15’ê Tebaxê de hatiye gotin, her yêk li gor xwe nirxandiye û şîrove kiriye ser, hê gelek tişt jî li ser mijarê werin gotin. Ez jî weke Kurdekî wê çaxê li Botanê jiyan dikir dixwezim hinek vekim.
Dema ku min despêkê APOçi yan dît ez 12 salî bûm, sala 1982 bû. Ez li gund dijiyam navê Gundê me Deşta Lala ye. Gundê me wê çaxê nêzî 300 xanê bû. Gund bi piya deh seat nêzî Cizîrê ye. Wê çaxê min karê çandiniyê ya malê dikir. Heval dihatin mala me û malen mirovên me. Heval carna dû carna sê heval dihatin. Tenê dema dihatin mala me, min wan didît. Çekên hevala bala min dikşand. Berê APOçî derketin jî, gundê me bi sedemên şerê civakî beramberê leşkerên Tirka şer kiribûn. Lê yên şer dikirin jin bûn ne zilam. Ji aliyekî dijbertiya me beramberê Dewletê ji aliyekî jî çek û axaftinên hevalan hev temam kirin. Extiyarên gund zêdetir qala Şex Seid û Melle Mustafa Barzanî dikirin. Mirovên gundê me di nav de feqir jî dewlemend jî hebûn. Gund bi çandinî, kirin û firotin, memurî ve derametên xwe derdixist, hinek jî demborî diçun bajaran kar dikirin. Di gundê me de axa tûnebu. APOçî diçûn hemû malan, kesî nediwêra ixbara dijmin bike. APOçî ketin gund şundê êdî êdî di nav gel de bandor çêkirin. Hinek xwendekar li gund hebûn, wana ji APOçî yan kêmek fêmdikîrin lê mirovên din, hinek ji wan tirsa Dewletê xwe zêde nêzîknedikirin, hineke jî weke Abdulkerim Güven zilama Dewletê bû.
Ev APOçî kî bûn, çi kes bûn, çawa bûn ?
Çima digotin APOçî û PKK, me nedizanî. Lê yê ku me dît jiyaneke wan cuda hebû, te digo qey Dinya yeke wan cuda heye.
Apoçî carna yêk bi yêk digeriyan carna ji weke komên ji dû kesî heta 6 kesî digeriyan. Cil û bergên wan rengereng bû. Sermilk û rextên wan gelek başbûn, êlêk hinek hebû hinek tûnebû, pêlavên wan zivistan û havînê pelavê qîr ya bi navê Ermenek bûn, çekên wan klêş, G1, Smirnov bû, hemû bi rih bûn, her yêk canteyên xwe yên li Botanê çêdikirin hebû, piranî radyoya wan hebû, piranî gureyên rîz heta çongên xwe dikşandin li piyên xwe hebû. Herdem çarmêrkî rûdiniştin, derweyî nesexiyê piyên xwe tû carî dirêj nedikirin, dema dihatin li ser xwerinê ne çavbirçîbûn, piranî cixere dikşandin, zêdetir çayên tarî bi cixere wedixerin, dema diçûn malekî û tevlî civatê dibûn an jî hevpeyvîneke dikirin yek bi yêk bi rêzê qisê dikirin, yêk qisêdikir ewên din giş bêdeng guhdardikirin, dema yekî ji gel jî qisê dikir, bala xwe didan guhdardikirin, gelek qisêdikirin, li ser mijarên civakî û siyasi qisêdikirin, zarokan gelek hezdikirin, dema rûdiniştin zarok datanîn li ser çongên xwe. her malê ku diçûn qala sipêhên wan dikirin, lê dema ku derfetên weke av û sabûn hebûn xwe paqij dikirin, gûrê û cilên xwe her ew bi xwe dişûştin, tû carî nedihiştin yêki av li destên wan birjîne, her kes di derbara wan de ber başiyê qisêdikir, gundî ji bona wan digotin “ Ewane weke meleikene lê tenê kêmasiyên wan eve ku, niweja nakin û rojî nagrin ” . Leşker û subayên Tirka her çi bê exlaqî û gemarî hebûn dikirin lê ji bona
APOçiyan re jî digotin “ Ewane niwêj nakin û rojî nagrin, her tiştên xirab dikin” . Di nav Gel de Tirs û baweriya Dewletê evqas kûr bû ku gotinên Dewletê pir caran bawer dikirin, li gor Gel “ Li jor xwedê li erdê jî Dewlet”
Ew tevgerînên wan yên di nav malan de diyar dikirin çandeke nû ya civakî bi xwe re anî.
Di sala 83’an de du xort tevlî PKK bun. Yek navê Xwe Şoreş ( di sersala 88’an de şehîd ket ) ya din jî Metin (Şahin Baliç). Tevlibuna Metin û Hevalê Şoreş Dewlet pê nedizanî. Pêvajoya ku heta 15’ê Tebaxê domand li herema me APOçî, Talebe di nav Civakê de roj bi roj bandorên xwe çêdikir lê belê ji tirsa dijmin Gel zêde nediwêriya xwe nêzîkê APOçiyan bike, bawerî zêde nebû, hinek jî APOçî yan nasnedikirin. Dewlet di derbara APOçî-Talebe yan de tiştên xirab digot û gelek derewan dikir. Tiştên weha jî li ser Gel bandoreke xirab çêdikir. Dijmin bi xwe geleki bi bergirî nêzîk dibû.
15’Ê TEBAXÊ 1984
15ê Tebaxê di nav Gel de çi bandoran çêkir:
Di dema çalakiyên 15ê Tebaxê de ez li gund bûm.
Çalakiyên 15ê Tebaxê di roja 16ê Tebaxê evarî jî aliyê herkesî ve hat bihîstin. Civak radyo û TV gelek dişopand. BBC di heman rojê de nûçe belavkir. Li gundê me dema ku Gel buyer bihîst mejiya her kesî tevlîhev bû. Herkes matmayî ma, her çar-pênc kes kom dibûn li ser bûyerê giftugoh dikirin, li ber mizgeftê piştî niwejê niqaş û giftugoh despêdikir, demek şûnde hinek diçun yên mayîn jî bi seatan niqaş berdewam dikirin. Hineka digotin “ Mirovên kaçaxin, mehkûm in, Dewlet wana sibehî bigre û bikuje” hinek digotin “ Wana çawa bikaribin Dewletê”, hinek ji ber mûçe ( meaş ) û rehetiya xwe ditirsiyan digotin “ Ev nebaş kirin, Dewlet yê me bavêjî hepse, li me işkence bike”. Niqaş carna vediguhertin tevçunê. Ew niqaş û giftugohan heta ez dizanim berdewam kirin. Ew çalakî di nav Gel de bingeheke çêkirin. Ji Gel hinek kes bûyer fêmdikirin û baweriyên wan hebûn ji ber ku heval bi salan, bi wan re daûstand. Ciwanên gunde me zehf bûn. Piştî çalakiyê gelek ciwan di nav xwe de xwestin tevlî PKK bibin. Baweriya Gel bi PKK’re çêbû, ev jî hişt ku di nav Gel de gelek kes xwestin tevlî PKK bibin. Tirsa dijmin ya di nav Gel da hatê şkênandin. Gel rastiya PKK pejirand. Di vê navberê de partî û komên din tev ji holê rabûn, wenda bûn, deng ji wan nehat.
15ê Tebaxê di nav dijmin de bandoreke çawa kir:
Ev çalakî di nav dijmin de tirseke mezin çêkir. Wisa bû kû dijmin şev giyan jê diçû, dibû sibêhê dîsa ser xwe ve dihat. Li gor kû dihate zanîn hijmara hevalan nêzî 300 kes bûn, lê dijmin tevî artêş, polês, cerdevan û ajan an xwedî hezeke nêzî milyoneke bû. Lê rewşeke weha de, te digo qey du ênî hêzên wan weke hevin. Piştî çalakiyê, zulm û zordariya dijmin asteke bê sînor zêde bûn. Leşkerê Tirkan diketine nav malan, zêr-pere çi didîtin talan dikirin, jin û zilam tazî dikirin, hema kî dihat ber wan, digirtin, kesên çeken wan tûnebûn bi zorî dixwestin ew kes çek bigrin.
20-25 roj piştî çalakiyê leşker hatin gund êdî dest bi zulmê kirin. Dijmin weke gurên har lê hatibû. Leşker ket hemû gundan, dema li gund xwe bi cîh dikirin, bi dara zorî gundî dikirin nobedar lê baweriyên wan dîsa jî bi gundiyan re nedihat, digotin “ Her gundî jî ji wan in, roj karên xwe dikin şev jî bi kumikin”. Mejiyên wan tevlihev bibû, mat mayî mabûn. Her leşkerek qasî barê kerekî li pişt wan bû, şev û roj her digeriyan. Cil û bergên wan di nav heriyê de, westiyayî, ji hal ketî, hemu spêh li wan ketibû.
Weha bûn ku dilên me bi wan re dişewitiya. Di derbara hevalan de gotinên derveyî mantiqê digotin, ji bo Gerilla “ Ewana ji Rusya yê hatine, em nizanin çawane, çend guhên wan û çend çawên wan hene, ew bi xwe xwiya nabin tû dinêrî ji nişka ve derketin çek li ser te digrin vs.” . Tabî kesên weke me yên Heval dîtine bi gotinên leşkeran bawernedikirin. Subay bi zarokan re nerm nêzîkdibûn, çikulat, biskevit û şekir didan zarokan û ji wan pirsiyar dikirin “Yên bi çek tên mala we an na?”, zarok didan ber hembêza xwe maçîdikirin. Her weha dê, bav, bra û xwişkên heman zarokan jî lêdixistin, digirtin, heqeret li wan dikirin. Dê û bavên me jî ji me re digotin “ Mirovên me re jî nebêjin, hem heval hem jî malbat zirar nebînin”.
Ev çalakî hem di warê civakîi de hem jî beramberê sazûmaniya dijmin ya dagirker bûn erdhejeke dîrokî. Sazûmaniya dagirker binguhê hev ket. Ev çalakî hem di nav Gel, hem di nav dijmin û hem jî di nav hevalan de pêşî gifrugohên kûr vekirin. Her kes ket hizirîn û ramanên kûr. Ev giftugoh û niqaş li her derê belav bûn.
Ji pênûsa Gurcan Komata
dê bi domîn e….