STENBOL – Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, Mazlûm Dînç ê ku vasiyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serlêdana pêşîn li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate kirin. Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza a Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hefteyê de du caran serî li van saziyan dide. Bi awayekî sîstematîk ev daxwazên hevdîtinê bêbersiv tên hiştin.
Carinan piştî mehan tê diyarkirin ku hevdîtina bi muwekîlên wan hatine qedexekirin û hinceteke pûç tê pêşkêşkirin.