NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Divê her kes kêm-zêde şerê me ya pêşxistina nirxan bizane, wisa bijî. Nabêjim we nejîn. Dikarin weke qralan jî bijîn. Ez jî dijîm, lê şêwazek xebata min heye û şêwaza min a girêdana bi peywiran heye. Ger her tişt û tevahî jiyan xizmetê ji vê re bike hewce ye. Ger nezanim xizmeta min ji şer re, tevkariya min ji rêxistin û partiyê re zêde nîne, wê deme tê wateya ez mirîme. Lê belê tevkariya min zêde ye, pir encamgirim, kesek pir yeman, pir dijî û herî zêde li ser jiyînê serwerim. Ev tev bingehin. Nabêjim ên diçin Ewrûpa bila nejîn, bila hinekê bêhn vedin. Bila di mercên rehet de hem baş kar bikin, hem jî bijîn. Lê ger ew diçe û dibêje; “Ez çawa dikarim her tim li vir bimînim” an jî bêjin; “Çawa dikarim derfetên vir li gorî keyfa xwe bikar bînim û çarçûr bikim”, emê bela xwe jê venekin. Emê bêjin tu kiyî û çiyî? Kesên vê têkoşînê ser xistîn, ma ji bo tu wisa bijî derfet peşkeş kirin? Jixwe her ku vê tînin bîra xwe xirab dibin, xirabkarî û provakasyonên bikaranînê li ser vî bingehî pêş dikeve. Ji salên dirêj ve ev pir li ser min hat ferzkirin. Li ser her salê provakasyonek hat ferzkirin. Zilam çav diberde jiyana ku Ewrûpa pêşkêş dike. Dizane ku dê rêxistin vê ji dest bigire, lewra li dijî rêxistinê derdikeve. Navê vê jî dike; “Şêwaza li dijî dîktatoriyê derketin, feraseta demokrasiyê.” Lê di rastiyê de ne ji demokrasî, dîktatorî, ne ji rêbertî û ji xwe tiştekê fêm nake. Dilê wî dixwaze, ma bi dilxwestinê mirov dizane bijî? Ev dibe şêwaza jiyanek pir xafil. Pêwîste ev kesayet demildest ji vê xefletê şiyar bibe. Ji Hunerkomê heta Komîteyên Kurdistanê, ji nûnerên herêman heta xebatkarên ji rêzê, heta navendê heta nûnerên PKK’ê yên herî ji xwe bawer, ger hûnê weke egîdekê bijîn, ezê ji we re bêjim, bijî. Şêwazek jiyana min jî heye. Niha eleqeyek mezin û nêzîkbûnek awarte ya milet heye. Ji her hêlê ve heyberî û giyanwerî xwe tevlî dikin. Ya rastî dikarim ji padîşahekî bandortir jî bijîm. Bes li gorî min şêwaza min a xebatê her tişte. Şêwaza min a birêxistinê re eleqedarbûnê, hêjî sedema sereke ya min pêşve dibe. Hişê min re derbas nabe ku vê eleqeyê kêm nakim. Pir rehetî li ser razan û di vê manê de nêzîkbûna paşatî wisa dibe, rewşek jê hêrs dibim. Jixwe ji ber vê rewşa mine, her ku diçe me xurt dike û bibandor dibe. Tişta hinek fêm nakin an jî xefletê dijîn wisa ye: Ev nirx, nirxên ku di xewnên xwe de jî nedîtine. Dibêjin; “Êdî van firsenda nabînim, bi qasî bikarim ezê bikar bînim, bi qasî bikarim xerc bikim.” Weke min gotî, rojekê jî paşa bin ev têra wan dike. Ev pir ceribandin û kirin jî. Di encamê de pir xirab çûn. Tevî em naxwazin di nav lepên sepanên pir xirab de diçin, hêjî yên wisa hene. Divê yên wisa di nav rêxistinê de nebin. Misoger divê ev kes bi navê rêxistinê wisa nejîn. Birevin jî nikarin xilas bibin. Bixwazin xwe veşêrin jî, derfetên wan ên xwe demek dirêj veşêrin nîne. Di rastiya PKK’ê de xwe veşartin nabe. Ger bikariya veşêre, dê Komara Tirk xwe veşarta. Em tevgerek evqasî tawanên wî derxistî holê ne. Civaka Kurdistanê, civakek ku bi hilebazî, fêlbazî û sextekariyan hatî hunandine. Ger bikariya veşêre, vê civakê dikariya xwe ji me veşêre. Me ev tev derxistin holê. PKK nêvengek zelal bûye. Kî dikare xwe ji vê nêvengê veşêre, kî dikare bi veşartina nirxan ve xwe bijî? Ji kesên wisa re dibêjim xafilin. Ev xwe dixapînin û dê li erdê bikevin. Ne heyberî, ne giyanwerî ne jî ji hêla fikrî ve hêza wan nîne ku, li dijî rêxistinê derbikevin. Bela ne. Bila bizanin, bi rastî jî nexweş bin, dibe ku li quncikekê îdare bikin, emê bidin jiyîn. Lê em nikarin wan weke pirsgirêka rêxistinê di nav xwe de bigirin. Pêwîste di van mijaran de mirov xwedî pîvan be, nirxên rêxistinê baş bên fêmkirin û mirov nûnerê wê be. Hûn nikarin van bikin, ango me pîvan dan. Egîdî û nêzîkbûnek ji nirxan re rêzdar, têrê dike di yek carê de van pirsgirêkên em behsê dikin çareser bike û zêde ye jî. Ger egîdî bi we re nîne ez çi bikim? Ger girêdanek rast bi nirxan ve nebe, hiş û şêwaza vê bi we re pêş neketibe, hûnê xwe tawanbar bikin. We xwe aniye rewşek pîremêran. Elbet dê we jî wisa şepirze bikin. Dê fêlbazek gundî derbikeve, weke dixwaze we bikar bîne. Dê fêlbazek burjuvaziya biçûk derbikeve, we serûbin bike. Çima? Ji ber hûn belengazin, fêrî we bikar bînin bûne. Pêşî diviya rexneyên we ji bo we bûna. Binêrin, cîhan bû yek, ma karîn min bikar bînin? Ma min her tişt ji cîhanê qut nekir? Bihizirin, min di serî de ji bo Kurdistanê ma nirx ji Komara Tirk qut nekirin? Ji dibistana amadeyî ve deyndarê Komara Tirkim, min kir palpişta xwe wisa xwend. Hêjî mesrefa min bi Komara Tirk dayî kirin, tenê di plansaziya heyberî de ya di bin berpirsyariya me de pêş ketî, li gorî gotinên wan çar sed trîlyone. Bi salane em PKK’ê ferz dikin wisa Komara Tirk ji hev dixin û destûrê nadin bijî. Em tevgerek wisa ne dizanin li dijî dijminê herî har jî wisa nêz bibin, piştî ev tevger wisa hatiye avakirin, hostatiya vê ya mezin mijara gotinê ye, tu çawa dikarî nirxan çarçûr bikî? Kanî fêhmatî? Bi fêmkirina PKK’ê û têgihiştina rastiya Rêbertiyê re, pêwendiya te ya di navbera vê jiyanê de li kure? Wê tu bi vî rengî çawa bibî egîd û xwe bigihînî astek qedir û qîmet? Ger tu dixwazî bibî qadroyek baş, heta dostek baş an jî sempatîzanek PKK’ê ya baş, wê tu van bizanî. Ji bilî vê çareyek din nîne. Ji ber ji bo miletekî, netewekî pîvan hewce dike. Ango ma em dînin, em çima hemû salên xwe wisa dijwar didin van karan? Hûn dibêjin beramberî mirovahiyê nizanim wisa serê me bilinde û qîmeta me zêde dibe. Gelo ev çawa pêş dikeve? Gelo hûn dîroka vê dizanin? Ger nezanin hûn bêrêzin. Hûn serbilindin û xatirê we heye. Vêca ev çawa derket holê. Hewldanên mezin çawa hatin pêşxistin? Berê di komê de navê min jî nedihat biranîn. Heta dema min navê xwe bibîr dixist, min ji xwe şerim dikir. Niha we tevê qedir bidest xist. Ger tu nekarî qîmeta vê pîroz bikî, hestên xwe yên şikirkirinê zindî negirî elbet wê tu xafilek, çewsîner, xirabkar bî û xwe jî aqilmend bibînî. Şaşe! Niha hûn jî dibînin ev tev, dibin dersên PKK’ê. Di heman demê de perwerde ye û em jî bi xebatek awarte ve dixwazin vê perwerdeyê bidin. Ev nirxandin ji bo we jî tam di asta konferans û kongrê de derbas bûn. Me karî we bigihînin her cure biryarên saxlem. Hûn pir rehet dikarin ji pirsgirêkên biçûk û mezin ên pêşiya me re bibin hêza çareserî. Jixwe wan jî weke pirsgirêk nabînim, xalên ku bi demê re dikarin bên çareserkirinin. Pêwîste em hîn zêdetir ji we hêvî bikin û hûn jî zêdetir ser bixin. Ev ji bo we jî weke ji mêj ve pêdiviya derbaskirina tîbûna xwe ye. Hûnê nêzîkbûnek wisa raber bikin. Ev di heman demê de tevgerek xwe kirina egîd û mirovbûnê ye. Xwe hêjayî vê bibînin, vê jî hêjayî xwe bibînin. Yê ser bikeve jî dê hûn bin.