https://komalen-ciwan.com/2022/07/18/yurtsever-genclik-dergisi-temmuz-sayisi/NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik (Ciwanên Welatparêz) kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîstan jî weşana xwe didomîne.
Di derheqê Hejmara 16’yemîn de ev daxuyanî hate dayîn;
Di vê hejmara kovara me de nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê û vejîna gelê kurd a di kesayeta Fermandarê Mezin Egîd de pêş ketî digire dest.
Perspektîfa jinên ciwan û ciwanan ên di bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî de, têkildarî rola ciwan û jinên ciwan ya di vê pêvajoyê de, mijarên girîng derketine pêş.
Di beşa dosyayê de, nirxandinên Heval Abbas ên 15’ê Tebaxê, Heval Sozdar Avesta û Heval Fatma Adir ên li ser tevgera azadiya jinê ya di 15’ê Tebaxê de pêşketî, cih digirin.
Di beşa Şerê Gelê Şoreşgerî de, mijara bi serenavê helwesta şoreşger, rê û rêbaza ku li dijî dijminê faşîst divê di nava helwesteke çawa de bin, tê vegotin. Dîsa gelek nivîsên ku ji pênûsa ciwanan hatine nivîsîn di kovara me de cih digirin.
Me bixwînin me binasin.
Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin!
https://issuu.com/home/published