NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Çiqas şehîd bikevin ser vê axê û bên çandin, yeqîn dikim dê ewqasî yên nû şîn bibin. PKK jî eve û ya kelecanê jî çêdike eve. Ez jî dixwazim vê serwer bikim, ev zêdetir min eleqedar dike û peywirek mirovahî ye. Ev rêzdariyek li hember vê axê û şehîdên mirovahî û dîroka mirovahî ya bêsînore. De em bêjin bila şehîdên me Mazlum’an, Zekiye’yan, Rehşen’an, Ronahî’yan qet nejîn. Jixwe Zilan’an çi gotibûn û çi kiribûn xwelî? Wan bi zexta çînayetî, netew û zayend a kirêt re, çi tiştê ku dijminên başî, rastî, xweşikbûn û kedê bi xwe re ava kirîn hebe hemû, pêşî di laşên xwe de şewitandin û kirin xwelî. Pîr Siltan’an û Hallac-i Mansûr’an jî wisa bûn. Çiqas fîrûze ye ku, me nûnertiya vê kevneşopiyê kir. Me PKK wisa anî van rojan, hemû sucên ku li ser mirovê azad dihat ferzkirin, di laşe PKK’ê de şewitandin û tinekirin û ger pêkane ji nû ve ji bo jiyanek hatî paqijkirin gavavêtin pêşketinek bêhempa ye. PKK dibe ku bi qasî di ti rêxistinê de çênebe, zindî mezin dibe. Pênaseyek din a vê sala bîst û pêncemîn jî eve. Wexta ev giyan dişewitîn û hemû şehîdên PKK’ê yên bi teknîka herî dawî di destê serdestan de giyana xwe dan, ya rastî ti carî bawer nekirin ku dimirin. Hemûyan jî weke navê xwe dizaniyan ku di henaseya xwe dawî de hevgihîna xwe ya bi jiyanê re pêk tînin. Ev trajîke, lê rastiyeke. Ji ber bi cureyek din hevgihîna bi jiyanê re pêk naye. Niha pirsgirêk çiye? Emê vê trajediya şehîd, bi navê jiyanê hemêzkirina wan a axê, di qonaxek duyemîn de çawa bi rizgarî tacîdar bikin? Dora vê ye. Yeqîn nakim dê ev zehmet be, lê dixwazim girîngiya fêmkirina wê bilêv bikim. Pir keyfa min tê dema ji bo vî karî şer dikim. Lê êdî şêwaza serkeftinê min zêdetir eleqedar dike. Di mijara qonaxan de jî, yeqîn nakim şaşiyan bikim an jî qet ji şaşiyan natirsim. Lê şêwaza serkeftinê ji bo min hîn dijwartire. Di van rojan de vê jî dihizirim: Vîna ku ti carî neye xapandin pêkanîn, kûrbûna heyî gihandina astek wisa, weke remz her tişta ku pêwîste bê şewitandin ku şehîdan bilêv dikir, bi şêweyek carek din têkil nebe şewitandin û vîna jiyana azad carek din bi qasî natewê dijwarkirine. Ev kar zêdetir min eleqedar dike. Di vê manê de Newroz lêhûrbûna herî dijware, bi qasî bikare li hember her şerî li ber xwe bide û ser bixe dijwar bûye. Yê binêre dê fêm bike, yê bimeşe dê bike û peyre jî serkeftin tê. Cengawerên di nav PKK’ê de avakirin, xebatek pir xweşike. Vê jî ne bi wan gotinên ku hûn pirî caran dûbare dikin ve, ji gotinê wêdetir dadikevim cewherê wisa dikim. Ne ji bo rojekê rizgar bikim, bi qasî bikarim destpêk û dawiya mirov bikim yek, pir keyfa min ji karê avakirina vîn û mirov re tê. Dibêjin ku, felsefeya vê çawa çêdibe? Yê dixwaze dê binivîse, dê ji vê jî felsefe derbikeve. Yê bixwaze dê siyaseta vê, yê bixwaze zanista vê ya leşkerî, yê bixwaze hunera vê, yê bixwaze dê estetîka vê derbixe û her tiştê vê heye. Ev jî min pir eleqedar dike û em yekbûna tevê jî saz dikin. Hûn kesên ku xwe bi navê PKK’ê didin jiyîn, heta yên difikirin ku gihane rewşa artêşbûnê, li hember vê rêzdarim û hewl didim pişgiriyek mezin bidim, lê ji ber rewşa we pir xemgînim. Ji ber we hêj xwe di asta peyv de jî tam girê nedaye. Wexta dijminê ku hûn jê re dibin zemîn li ser we dilîzin, kanî ew rastiya rihê mezin? Vaye ji bo keçên ciwan jî dibêjim, ti gumanên min nîne ku hûn bi mezinbûna PKK’ê ve girêdayî ne xwe li ser bingeha azadiyê feda dikin. Lê ji qanûnên şerê bi zayenda we ya ji mêj ve hatî windakirin û şerê azadiyê agahdar nebûn, ji şerê çînayetî, şerê netewî û şerê mirovê xweşik dûrbûn, gelo we ji jinek an jî cariyek kolanan a we mînakê wan pir dîtî zêdetir nake radestbûyî? Nexwe kêmasî hene.