HESEKÊ – 38’emîn Pêngava 15’ê Tebaxê cejna vejînê li Hesekê di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de hate pîroz kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxa, roja ji nû ve dayîkbûna gelê Kurd, li bajarê Hesekê bi amade bûna girseyeke ji gel û ciwanan şahî li darxistin.
Şahiya jinên ciwan li Baxçeya Xabûrê ya li bajarê Hesekê hate li darxistin. Şahiya jinên ciwan bi deqeyekî rêzgirtin destpêkir. Piştre bi siloganan berxwedana gerîla silav kirin û cejna vejînê li gerîla pîroz kirin.
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajarê Hesekê Medya axivî û got; “Di serî de em cejna vejînê li Rêber Apo, şehîdan û gerîlayên ku di çeperan de li berxwe didin pîroz dikin. Berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna berdewama pêngava 15’ê Tebaxê ye.”
Her wiha Medya diyar kir ku weke jinên ciwan wê bi rihê 15 Tebaxê û berxwedana Zapê tevlî pêvajoyê bibin.
Piştî ku Medya axaftina xwe kir koma jinên ciwan a Gerestêrk derket û stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin. Heman demê de koma Şanoyê ya bi navê Dêrsim jî derketin û şanogeran rola xwe lîstin. Di naveroka şanoyê de zihniyeta kevneşop hate teşîr kirin. Pişte dîsa komeke din ya stranan derket û wan jî stranên xwe ji beşdarvanan re vegotin.
Di dawiyê de ji aliyê jinên ciwan ve fîşekên hawayî hatin teqandin û wêneyên şehîdên jin, ya ku bi pênûsa jinên ciwan hatî xêz kirin hate pêşkêş kirin.