NAVENDA NÛÇEYAN – Di bin bandora mezin ya berxwedanên zîndanan de, xwe bi spartina derfetên xebatên ku li Ewrupayê hatine meşandin û li ser bingehê amadekiriyên di sala 1983’an de li welat hatine meşandin, Pêngava Dîrokî Ya 15’ê Tebaxa 1984’an hatiye avêtin. Dema mirov Pêngava 15’ê Tebaxê dinirxîne, civîna rêveberiya partiyê ya di Sibata 1984’an de pir girînge. Civîna ku di meha Reşemiyê de tê li darxistin, ew ji bo biryardarî û soza mezinkirina têkoşîna bi îrade ye. Bi taybet di van deman de, Rêber Apo herî zêde li ser divê rêxistin çawa be, wê partî çawa be, rêveberiya partiyê wê çawa be û wê kadro çawa be dahorandinan bi pêşdixîne. Civîna Sibatê li qada Rêber Apo, hate çêkirin, encama wê jî, ji kadroyên li welat re tê şandin. Ev encam bi riya cîvana Nîsana 1984’an, ya li çiyayê Reş tê şandin. Ji Heftanînê heya Lolanê, hema hema tevahiya beşekî girîng kadroyên li Başur dimînîn tevlî wê civînê dibin. Civîn wekî konferansekê berdewam dike, civîn mehekê berdewam dike. Li hemberî wê çêkera ajanan, plana pêkanîna çalakiyan derdixin holê. Wekî din jî biryara kom rêkirina heta Dêrsimê tê girtin. Bi vî awayî rêk û pêk kirinek tê meşandin. Hevalê Agîd, di ber pêşxistina çalekiyên li Qilebanê de û hevalê Abdullah Ekîncî jî di ber pêşxistina çalekiyên li Çukurcayê de weke berpirsyar tên hilbijartin. Van hevalan dikevin nava hewldanekê de, li hember Yusuf Demir çalekiyekê pêktînin, wê demê li geliyê Zapê, li erebeya wî didin. Li Qilebanê jî çûyîna li ser hinek ajanan çêdibe, lê belê ev çalakî weke ya dîtir bandor nake. Rêveberiya Navendî ya di Kongreya Duyemîn de, hatiye hilbijartin, civînekî ku ji şeş kesan pêk tê li dardixin. Di vê civînê de perspektîfa Rêber Apo tê xwendin. Encamên pratîka biharê û rewşa li welat tê veguhastin, heman demê de nîqaş derbarê çawaniya jiyanîkirina perspektîfa Rêber Apo de jî bi pêş dikeve. Di wê civînê de pêwîstiya pêşxistina sîstemekî ya rêxistinê ku wê çawa derbasî jiyanê bibe, tê nîqaş kirin. Xwe digihînin encamê xebatekê û li ser wê bingehê du şaxên ku xebata wê esas were girtin bi pêşdikeve. Yek ji wan, rêxistinkirina leşkerî, ya din jî rêxistina meşandina kar û xebatên partî ye. Biryara ku derdikeve holê ewe ku, êdî bi rêxistinbûyîna leşkerî, pêwîste çalakiyên mezin û bi bandor were li darxistin, ji ber ku êdî çalakiyên dîtir, pir paşvrû dimînin, li ser vê bingehê êdî plansaziyên xwe çêdikin. Li ser hêza ku ava dikin jî navê hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) lêdikin. Biryara ku ji sê yekîneyên propagandayê pêk were digirin. Ji bo fermandartiya wan yekîneyan jî hevalê Egîd, Abdullah Ekîncî û yê din jî Terzî Cemale. Hinek afîş tên xêzkirin û wan bi tekstîlê zêde dikin, ji bo ku bibe amûrên progagandaya çalakiyê. Cihê çalakiyan nayên şênber kirin. Piştî wê diçin Şikefta Birîndaran. Grubekî hevalan ya li wir dimînin, wan jî digrin li gel xwe. Banî hevalên li aliyê Zap û Çukurcayê jî dikin. Cihekî li jêra Şikefta Birîndara, cihê xebatê ya mehekî lê ava dikin. Beriya wê hevalan rê dikin cihê wan. Ger derdora Çatak, Eruh bi bihîsin tê wateya ku wê tevahiya Botan-Çolemêrgê jî bi bihîsin. Tedbîrên wiha digrin. Bi wî awayî biryara çalakiyê derdikeve û dipejirînin. Plansaziya çalakiyan; çalakiya leşkerî, dest danîna ser çekan, û ji bo propagandayên çalakiyan jî; belavkirina belavokên damezrandinê, afîş li kolanan were xistin. Qasî ku şeş-heft çalakiyan bi hev re li darbixin, çalakiyeke berfireh jî tê plan kirin. Wekî dem jî demê herî guncav 15’ê Tebaxê tê diyar kirin. Her wiha plansaziyekî ya sê mehan ji 15’ê Tebaxê heya 15’ê Mijdarê tê derxistin. Bi wî awayî bi şêwazê di aqlê xwe de bidin girtin, roja 15’ê Tebaxê didin diyar kirin. Li gorî wê rêk û pêk kirin tê dest girtin. Gruba Geverê li Herguşê civînekî li dardixin. Plansaziya xwe ya herî dawiyê li wir çê dikin û dikevin nava tevgerê. Fermandarê wê yekîneyê dibe hevalê Abdullah Ekîncî. Alîkarên wî jî dibin Sarî Baran û Mustafa Omûrcan. Ew heval hîn beriya wê li ser xeta Gever-Çukurcayê xebat daye meşandin. Fermandarê yekîneya Eruhê, ew gruba ku propagandaya çekdarî ya ji bo 14’ê Tîrmehê meşandî hevalê Egîd e, alîkarên wî jî hevalên Erdal û Mustafa ye.
Hevalê Mustafa ji Serêkaniyê ye. Fermandarê gruba Çatak jî Terzî Cemal e. Alîkarên wî jî tên diyar kirin. Agahiyên çalakiyê ya Çatakê Ebu bekir dibe. Agahiya ji bo hevalê Egîd jî, hevalê Selahattin Çelîk û Mehmed Sevgat dibin. Ji xwe hevalê Mehmed Sevgat û hinek hevalên din diçin tevlî wan dibin. Agahiya ji bo çalakiya Gever jî hevalê Abbas rêxistin dike. Hem li cihê ku dimîne, hem jî li Herguşê civînên dawî hevalê Abbas pêk tîne. Hevalê Egîd li Çiravê dibînin û li wir agahiyê didinê. Ji wir derbasî Gabarê dibin, keşif dikin û yekîneyê bi rêk û pêk dike. Ancax xwe digihîjînin cihê çalakiyê. Ji xwe gruba Gever têra xwe heye û amade ye. Wekî din jî demê wan heye. Gruba Çatakê dibêjin; “Em negihîştinê”. Terzî Cemal li wire. Hevalên ku tevlî çalakiyê bibin wê hatibana destnîşan kirin. Ev grub diçe, lê dibêjin em xwe nikarin bigihîjînin cihê çalakiyê. Di rastiyê de cihê çalakiya Eruhê hîn dûrtire. Ne mumkîne ku nikarbin xwe bigihînin cihê çalakiyê, ya rast ew naxwazin xwe bigihîjînin cihê çalakiyê. Her wiha çalakiya li Çatekê pêk nayê. Di demê hatina diyar kirin de çalakiyên li Eruh û Geverê tên destpêkirin. Qereqola li Eruhê derketiye operasyonê, tenê çend leşker mane. Davêjin li ser qereqolê û wan jî digrin. Pir bi pevçûn nabe, lê di encama serdegirtina qereqolê de, ji 60 çekî zêdetir dikeve destê yekîneyê û depoya çekan bi giştî vala dibe. Davêjin li ser qaymaqamiyê, li camiyê belavok tê xwendin, afîşan li qehwexaneyan dixin, belavakon belav dikin. Propagandayekî pir berfireh pêk tînin. Hinek leşker dimirin û hinek jî birîndar dibin. Di nav wan de yek fermandar sê mirî û sê birîndar dibin. Hindik be jî propagandayê dikin. Lê çalakiya li Çatakê qasî ya li Eruhê bandor nabe, lê belê pevçûn tê jiyan kirin. Di encamê de grub, dema şûnde vedikişin, dijmin bi navê “perasyona Roj” tên li ser wan. Di destpêkê de dibêjin; “Bermahiyên terorê ne emê herin di 48 seaten de biqedînin”, piştî wê dibêjin; “Di heftî dû seaten de me xilas bikin”. Operasyana yekemîn ya li dijî gerîla, ‘Operasyona Roj’ e. Gruba Eruhê, di rakirina çekan de zorê dikişînin, xwe bi zorê digihêjînin Besta û Hêzil. Ropara wan çalakiyan hatine weşandin. Ji ber ku gruba Geverê li nêzikî sînore zêde tengav nabe, ew derdikevin derveyî sînor. Ji 3’ê hedefan 2 hedef pêk tên û hedef 1 pêk nayê. Her wiha Pêngava 15’ê Tebaxê, hinekî dereng jî mabe ji bo mûdexelaya pêvajoya siyasî bandoriyekê dike. Bi vê çalakiyê gumanên Rêber Apo ji holê radibin. Ji ber ku rêveberiya sivîl bê pejirandin, xwe bi maske bike, wê pêşxistina têkoşîna li dijî wê astengî bikin. Rewşekî ya neyênî derdikeve holê, Rêber Apo ji ber wê dikeve nava gumanan. Pêngava 15’ê Tebaxê, wê lîstûka wan vala derbixe. Rastiyê rûyê rêjîma 12’ê Îlonê derdixe holê. Tevahiya raya giştî bêjin; “Serhildana Kurdan ya ku tê hêvî kirin destpêkir”. Vejîneke pir mezin dide çêkirin. Ji aliyê din ve rêjîma 12’ê Îlonê, dixwest pêvajoya îmhabûnê bide pêşxistin. Dawayên PKK’yiyan bi encam bûne, êdî cezaya darvekirinê dane wan. Ji dawaya navendî 34 cezayê darvekirinê girtine. Heta wê demê 54 darvekirin pêkanîne. Dixwazin zîndanan bi îmhayê û darvekirinê bidin çewisandin. Her çiqasî berxwedana di 82’an de hatibe pêkanîn jî, rejîm dev ji îmhabûnê bernade. 15’ê Tebaxê, ji wan re bûye bersiv. Pêngava 15’ê Tebaxê gelê Kurd bi coş pêşwazî dike. Herkesî nebihîstiye, lê yên bihîstine dikevin nava coş û heyecanekê de. Gelê Botanê bihîst, pêvajoya tevlîbûna gelê Botanê ji gerîla re destpêdike. Hîn beriya wê jî tevlîbûn çêdibin. Ji ber ku li Botanê xebat hene. Ji Bestan heya zozanan gerîla di pêvajoya 83’an de tevlî refê gerîla dibin. 1984’an beriya 15’ê Tebaxê jî diçin Botanê. Ciwanên ku bandor dibin tevlî nava refê gerîla dibin, lê belê bi Pêngava 15’ê Tebaxê re tevlîbûnê derdixîne asta herî bilind. Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê mizmiz, lewaztî, feresatên şûnde vekişandin, bê biryarî, ne safîbûn jî dişkin. Darbeyekî mezin li wan ferasetan jî dikeve. Erkê şer datîne li pêşiya kadro. Ne diyarîbûn ji holê radibe, wê çi bê kirin bi awayekî safî tê dîtin, her wiha li derdora şer yekîtiyek tê avakirin. Yên ku nayên wê direvin.