TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan bi koordîneya Nivîsgeha Wênesazî ya Herêma Tebqa, bi dirûşma “Bi destên jinên ciwan, em niha û pêşerojê diafirînin” pêşangehek vekirin.
Di pêşangehê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Tebqa, endamên Meclîsên leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger, nivîsgeh û komîteyên jinan û bi dehan şênî amade bûn.
Di destpêkê de, endama Yekîtiya Jinên Ciwan Fatme El-Hesen axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.
13 jinên ciwan ên endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqa bi tablyonên xwedî mijarên cihê reng ku pêşxistina qada çand û hunerê ya herêmê armanc dikin, tevlî pêşangehê bûn.
Di dawiya pêşangehê de Yekîtiya Jinên Ciwan û Navenda çand û Hunerê ya Tebqa diyarî li beşarên pêşangehê belav kirin.