REQA – Ji bo banga seferberiyê ya li dijî dagirkeriyê, heman demê de ji bo tevlîbûna amadekariyên şer, ya ku ji aliyê Rêveberiya Xwaser ve weke rewşa awarte hatî îlan kirin, Tevgera Xwendekarên Demoqratîk perwerdeyên destwerdana lezgîn vekirin.
Tevgera Xwendekarên Demoqratîk, bi xwaseriya xwe, ew jî ji bo şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de xebatê xwe didin meşandin.
Li ser vê bingehê Tevgera Xwendekarên Demoqratîk ya bajarê Reqa û gundewarên wê ve, li Xatûniyê, perwerdeya destwerdana lezgîn vekirin. Bi tevlîbûna dehan kesan ji şêniyên Xatûniyê dersên teorîk û pratîkî hatin dayîn.