NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersvidanê ya YPS’ê a Şehîd Têkoşîn Farqîn li taxa Peyasê ya Amedê şeva 9’ê Tebaxê saet di 22:00 de li hemberî mala firoşkarên madeyên narkotîkê çalakiyek li darxist.
YPS’ê di daxuyaniyê de got, “Li dijî nêzîkatiyên ku civakîbûnê xera dike, pîvanên exlaqî bin pê dike û nêzîkatiyên rejîma AKP-MHP’ê yên civaka li xaka Kurdistanê ji cewhera wê dûr dixîne, YPS wê destwerdana pêwîst bike.”