BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“3’ê Tebaxê saet di 12:40’î de hêzên me banga teslîmbûnê li dagirkeran kirin ku berê xwe dabûn tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê. Dagirkeran guh nedan vê bangê û xwestin bi pêş ve bên. Li ser vê yekê, hêzên me vê carê bi sabotajê li dagirkeran xistin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Mertalekî parastinê, debanceyek, kamerayek û kaskê leşkerî yê bi navê Haydar Çelîk ji ser dagirkeran hate rakirin. Dagirkerên ku derb xwarin, neçar man bi astekê xwe vekişînin. Kuştiyên xwe jî nîvê şevê ji qadê birin.”