BEHDÎNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Li çiyayên kurdistanê ku ruhê serketinê yê Pêngava 15’ê Tebaxê bi rengê herî xurt tê temsîlkirin, berxwedana me ya dîrokî ya li dijî dagirkeran mezin dibe. Dewleta Tirk a sûcdarê şer ku li hemberî vê berxwedana dîrokî ya hêzên me bêçare maye, bi binpêkirina nirxên hiqûqî û exlaqî qadên gerîla li pêş çavên cîhanê bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombe dike. Li gel van êrîşên nemerdane, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha dilsoziya bi xeta şehîdan bi rengekî fedaî şer dikin û wê vê sekna xwe ya bi rûmet teqez bi serketinê tacîdar bikin.
Di çalakiyên ji bo pîrozkirina 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê de, ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin, 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Droneyek, klûbeyek, kamerayek û mobesseyeke dagirkeran hatin îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker jî Qadên Berxwedanê 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 13 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
14’ê Tebaxê saet di 05:00 de li Qada Berxwedanê ya Werxelê kamerayeke mayinkirî ya li ser çeperên şer, ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin û bi rengekî profesyonel hate îmhakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
13’ê Tebaxê saet di 08:20’î de li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sabotajê çalakî kirin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin. Saet di 08:30’î de jî careke din bi sabotajê li dagirkeran hate xistin.
13’ê Tebaxê saet di 18:50’î de droneyeke li ser Qada Berxwedanê ya Çemço digeriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate îmhakirin.
13’ê Tebaxê saet di 23:30’î de li Qada Berxwedanê ya Çemço, hêzên me li helîkoptereke Skorsky xistin ku dixwest hêzên dagirker li qadê deyne. Piştî vê destwerdana tîmên me yên bi tevger, helîkopter bêyî ku hêzên xwe deyne neçar ma ji qadê biçe.
14’ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço, hewl dan çeperên şer bi droneyan bombe bikin. Piştî destwerdana hêzên me drone neçar man ji qadê biçin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de; 13’ê Tebaxê saet di 07:30’î tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li qereqola li Kanî Masî ya li Metînayê xistin. Hêzên me klûbeyeke dagirkeran a ku 2 dagirker tê de bûn îmha kirin û di encamê de 2 dagirker ceza kirin. Piştre jî li dagirkerên hatin qadê xistin û dagirkerek ceza kirin, dagirkerek jî birîndar kirin. Sîstemeke kamera ya mobesse jî hate îmhakirin.
13’ê Tebaxê saet di 14:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.
13’ê Tebaxê saet di 13:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan bibarînin, tîmên me yên bi tevger çalakî kirin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
13’ê Tebaxê saet di 22:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan û derb li wan hate xistin.
Êrîşên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî yên artêşa Tirk a dagirker;
13’ê Tebaxê li Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Çemço û Şikefta Birîndara tunelên şer 10 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, helîkopteran û balafirên şer;
Dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê li qadên daristanî, daran dibirin.
13’ê Tebaxê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM’ê geriyan.
13’ê Tebaxê li Metînayê qada Golka û Qadên Berxwedanê yên Saca û Çemço 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
13’ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Werxelê, Saca, Girê Hakkarî û Girê Amediyê 11 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
13’ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Çemço bi dehan caran bi çekên giran hate bombekirin.”