NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Wexta di kesayeta vê komê de ji we re daxivim, hûn jî dibînin têkoşîna me di çi rewşê de ye. Me dehemîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi serkeftinek mezin li paş xwe hişt. Bi rastî jî tişta ji bo vê salvegerê bê gotin eve: Miletê Kurdistanê nû bi rêkûpêk dibe. Di vê manê de artêşa gêrîla bi qasî êdî ji hev belav nebe xwe birêxistin kiriye û şer dike. Ji bo we mizginiya herî mezin, misoger artêşbûnek û şerek wisa zindî û domdar hiştine. Em dikarin mizgîniya vê bidin. Dê miletê me jî bi vê re raperîn û şerê xwe berdewam bike. Şiyarbûn û rêxistinbûna
miletê ya di her astê de li dervî welat û hundurê welat, pêşveçûyî berdewam dike. Hûn jî parçeyek vê ya biçûkin. Hûn di pêşketina xwe de jî vê dibînin ku, miletek şiyar dibe û her kes dikare li cem hev peywirek kelhê bilîze, rolek çepera şer bilîzê. Yek cihê ku bandora me lê neyî nemaye. Tevî cihê herî dûre di parzemîna Awusturalya de hûn jî dibînin em çiqasî xurtin. Em li parzemîna Asya, parzemîna Efrîka, parzemîna Ewrûpa û parzemîna Emerîka jî zêde xurtin. Ger yek cihê em neketînê parzemîna Antartîka maye, ew jî ji ber mirov lê tine ne. Belavbûna me ne tenê ji hêla cih û war ve, em di nav pêşketinek ku mirovahiyê ji kûranî bandor bikê de ne. Hûn jî dizanin welatê me, welatê sereke ya Rojhilata Navîn ku derguşa mirovahiyê ye. Em hewl didin çarenûsa xwe bigirin destê xwe. Wisa bawer dikin, di dema pêşiya me de tenê ne li welat, emê li herêmê bandora kûr bikin komalebûn jî di navê de
derfetên pêşketinek siyasî ya herî watedar û asoyî bidest bixin. Destkeftiyên me yên ji niha ve raveya ewleya vê û serkeftina vê ye. Ev ji bo we jî hêviyek mezin, ji hêvî jî wêdetir, rastiyek jiyana me ya roj bi roj pêk tê û bê wê nayê jiyîne. Divê hûn vê ji her demê baştir fêm bikin, bi vî rengî xwe binasin, welatê xwe binasin û azadiya xwe bidest bixin. Bi me re ya herî kêm jî evin. Wexta me xwe bi vî rengî temam kir, dibe ku li cîhanê miletek ji me xurtir nebe. Heta miletê herî li paş, dibe ku bibe miletê herî li pêş. Li ser vî bingehî we silav dikin, hêvî dikim Pêngava 15’ê
Tebaxê ji bo we jî bibe destpêka pêşketinek girîng, cardin rêz û hezkirinên xwe pêşkêş dikim. Niha jî dixwazim di kesayeta koma me ya din de, ji bo Miletê me yê Kedkarên Welatparêz û tevahî xebatkarên ERNK yên li Ewrûpa jî hinek tişt vebêjim.Bi mebesta Pêngava 15’ê Tebaxê di kesayeta aliyên me komek kedkarên ku hatine qada me carek din derfeta nîqaşkirina pirsgirêkên we, mercên jiyana we, nexasim têkoşîna we dît. Bêguman partiyê salên dirêje hem pir tişt dan we, hem jî pir nirx ji we girtin. Tevkariyên we yên heyberî, tevlîbûna şervanan di têkoşîna me de xwedî giranbihayek jênevegere. Hêjî karbidestiya xwe bi şêweya herî berhemdar û berfireh berdewam dike.
Di pêşketina PKK’ê ya piştî salên 1980’î de, miletê me yê kedkar misoger xwedî rolek diyarkere. Ger yek ked, beşdarbûn û tevkariya miletê me yên li Rojhilata Navîn, yek jî yên li Ewrûpa nebûya, ne PKK dibû PKK’yek wisa, ne jî ARGK û ERNK xwe digihand pêşketinek wisa. Piştî salên 1980’î ger PKK hêz bidest xistiye û şerê çekdarî pêş xistiye, misoger cihek we diyarker heye. Lê tevî ev wisa ye, tevî hûn pir kar dikin û têrkarin, hûn nikarin bêjin; “Hewce nake ji vê zêdetir bê kirin.” Berovajî dikarim bêjim divê hûn zêdetir kar bikin û heta cara yekê ye we
dest bi qonaxek xebata berhemdar kiriye. Tiştên heta niha hatîn kirin amadekarî bûn, xebata esasî ji bo
piştî vê ye. Niha we partî baştir nas kir, welatparêziyê niha ferq dikin. Ev destpêkeke. Tevî ev deh-panzdeh salin em jî hewl didin xwe bigihînin we, dikarim bêjim me sînordar xwe gihandiye we. Sedema sebra em raber dikin û tehemûla em li hember her cure nebesiyên li ser gavên me tên kirin, ji bo rast xwe gihandina we ye. Ya rastî girêdana we xurte û pir jî berfirehe. Êdî em dikarin ji bo we zêdetir kar pêş bixin. Li vir em ji navendê bigirin heta herêman kesên bi navê partiya me kar dikin di nav helwest û nêzîkbûnên kêmasiyên cur be cur, şaşî û heta neyên pejirandin de ne. Vê dizanim û jixwe bilêvkirinê jî şerim nakim. Li şûna ev bibin xebatkarên ji bo milet kar dikin û milet pêşve dibin, nikarin xwe ji rewşek ku paşve dixe rizgar bikin. Bûne benê lingan, şerim nakin birokrasiyek giran û xwe dana jiyînê esas digirin. Me ev bi tundî rexne kirin. Şerim nakim ji we miletê me re jî bêjim ku rewş wisa ye. Şerimkirin li aliyekê danin, dixwazim bêjim bi ser van xebatkarên rêxistinê yên di navbera me û we cih digirin de çûyîn, peywireke. Nikarim bi we kedkaran re zêde qusurê bibînim. Qusura we, kêmasî, nezantî û neşiyarbûna we ye. Hûn van jî lez derbas dikin. Hûnê ya ji vir û şûn de jî bi şêweyek herî baş bikin. Lê divê
hûn zêdetir bikin. Hûn dixwazin pir kar bikin û nexasim ji vir ûşûn de zêde têbikoşin. Yeqîn dikim, we derfeta ku tiştên em dixwazin bidin ji sedî yek girtin jî bidest nexistiye yan jî rêxistina me ya li vir ev nedaye we. Hûn pir dixwazin tevkariyê bikin. Jêhatî, hêz û derfetên we hene. Tevî derfeta hûn gund, êl û binemalên xwe û nasên xwe yên din tevê ber bi şoreşê ve bikişînin heye, rêxistinek dernakeve ku bêje divê hûn wisa bikin, heta vê ferz nake û peywirên we bibîr naxe. Berovajî bi baldariyek herî kêm ve, tevî dikarin gelek tiştan bikin, weke ku qet pêwîstî bi kirinê nîne bi nêzîkbûnekê tê valederxistin. Lewra pêwîste ne hûn vê bipejirînin, ne jî ez qet bipejirînim. Ger nûnerên rêxistina me nikarin vê bikin, divê em bikin. Partî û rêxistin ji bo we ye. Ger nikare bibe ya we, bêjin; “Em weke gel ji bo xwe bi xwe ne.” Partî ji asîmanan nehatiye xwarê, tenê amûreke. Ger rolek pirê ya baş bilîze, nirxek baş da we, cihê wê li ser serê we heye. We dît zêde tiştekê nade, dişkîne belav dike, pêlê nekin, weke darekê bawerî nedinê, bawerî bi xwe bînin. Ji ber dema hewce kir Rêbertî jî saziyek ji partiyê zêdetir dizane xwe bigihîne we ye. Carina xwe di şûna partiyê de, heta zêdetir jî dibînim û xwe digihînim we. Nexwe cardin dîsa ji me fêr bibin. Weke ku hûn dikarin her tişta pêdiviya we bi me re peyda bikin, hûn dikarin peywirên xwe jî derbixin zanebûnê û bibin hêza çareserî. Di vê manê de hûn ne bêçare ne. Her kêlî qadroyê nû tên, ger nikare we bigihîne ya hûn dixwazin, tişta hêvî dikin nabînin, dikarin bêjin; “Filan ecemî ye, bêvan nikare zerarê bide.” Divê qadroyê me jî xwe wisa binasin. Em pir baş dizanin di nav xwîn û xwêdanê de nayê karkirin. Li welatê me zikê xwe têrkirin jî pirsgirêke. Bes dê hinek li ser pişta rêxistinê weke axayan bijîn, weke ku erka wî jî çewsandina gele, xirabkariye nêz dibe! Na, em ne ehmeqin, emê yekser van li quncikekê bidin rûniştandin. Ev kî ne? Ger nêzîkbûnên wan ên
weke pehlîwan û ewliyayên kerameta wan ji wane hebin, wê demê bavêjin aliyekê. Ez di nav rêxistinê de jî vê dibêjim. Ger kesên wisa pîvanên rêhevaltiyê tengav dikin, li şûna nirxan pêşkêş bikin bi zanebûn çarçûr bikin hebin, her tim bigirin bernedin. Jixwe şervanên baş ên şoreşê dizanin wisa bin. Dijmin bi qasî bikare bi me lîst. Xirabkar û provakator bi qasî karîn zerar dan me. Me jî li dijî van dijwar şer kir. Hewldanên dijmin ên xirabkirina rêxistina me, yekem care bi temamî me vale derxist. Me her cure hevalbendên wî yên neyekser, noker, her cure nûnerên wî yên provakator, diberde hev, navtêdanê û xirab dike rawestandin. Me pir rehetî hem rastî serwer kir, hem jî rêxistina ku di pratîkê de yekbûnê saz dike û ser dixe pêşkêşî we kir. Xwedî li vê derketin, bi wî re şerkirin karê we ye. Hinek gazincên we hene. Hem weke xebatkarên rêxistinê, hem jî weke gel bi sedan name ji min re dişînin. Ez jî bersivê wan didim we. Min bersiv ji mêj ve dane û her roj jî dubare dikim. Ancex hûn nizanin fêr bibin û rast bisepînin û ev jî qusura we ye. Ma hûn raye dixwazin? Bi gelemperî ev ji tevahî milet re hatiye dayîn. Min her tim ev got: Hinek rastiyên hûn dizanin hene, ger yek nûnertiya wê nake, ev ez jî bim bi ser de biçin. Şêwaz û tempoya rêxistinê ya kar heye, ger nikare nûnertiyê bike, navenda me jî, nûnerên me yên Ewrûpa jî, heta
xebatkarek ji rêzê jî be, divê hûn bikarin rexne bikin û bêjin; “Xwe rast bike.” Ev hem rayeya we, hem mafê we û hem jî peywira we ye. Hûnê xwedî li vê derbikevin. Me raye ne daye kesî ku axatiyê bike. Nexasim ku bi navê
min tevbigerê, hemû hêza xwe ji min bigire, ji gel bigire û were wir bi sextekarî xwe di nav jiyanek heq nekirî de bigire! Beriya dijmin em van çareser bikin. Qet hewce nake min bikar bînin û teqlîd bikin. Pir eşkereye ez çime û çawa kar dikim. Cengaweriya min a kedê diyare, şêwaza mezinbûna min diyare, teqlîdên min diyarin û dinya alem min dinase. Ma ev taqlîdkar min nas nakin? Ma ewê bi me bilîzin, ev kîne? Ji wan re vê dibêjim: Bila hedê
xwe bizanin. Bi qasî dikarin dixwin, bi qasî dikarin dijîn, lê bila bi rêbertiyek sexte û taqlîdkariyê ve mijûl nebin. Hûn firsendê nedin vê. Pêwîstî bi tirs û fikaran nîne. Ger serkeftî be li ser serê me cihê wan heye, rêhevalê me yê herî hêja ye. Na ger ne wisa be ji van xwe didim paş. Tenê ji bo navê rêhevaltiya berz bikar tînin naxwazim beramberî wan xwe xirab bikim. Nexwe pir baş izanim çi ji wan bikim. Ger israr jî bikin, misoger dê bibehdin. d
Bila nexweşiyên qirêj belav nekin. Bila ev di derbarê perwerdeya miletê me, dîsa perwerdeya rêxistina me de peywirên xwe paşguh nekin. Em tevgerek pir wêrekin. Ez evqasî dikarim xwe perwerde bikim. We jî dît, di vê demjimêrê de jî çawa li ser karim. Eleqedariyên min ên rojane, hezar karê min hene. Ji xêrhatinê bigirin heta silavdayînekê, şêwazek min heye. Ger dê teqlîdê bikin bila vê taqlîd bikin. Ango bila axatiya xwe li ser filan û bêvanî ferz nekin. Ev nayê pejirandin. Em çawa bi mirovên xwe re eleqedar dibin? Ez rojane ji heft heta heftî salî, ji yên nû hatî heta tevlîbûnên bîst salî fêrî her kesî dikim. Kesên ji xwe bawer û îdîa dikin nûnertiya me dikin jî, neçarin wisa kar bikin. Nexwe wan li ser pişta nagirim. Ji ber wisa dikim jî bila neyê gotin; “Wey nûnerek wisa wesifdare, ma mirov wisa li qadroyek PKK’ê yê yeman dike.” Belê di serî de her tişt lê tê kirin, ji ber pêwîste bizane weke mirovan kar bike. Ev jî fermaneke. Pêwîste hewcedariyên wê miletê me jî, jêr û jora rêxistinê jî pêk bîne.
Hema nebêjin PKK û derbas nebin, nebêjin Rêbertî û derbas nebin. Em dixwazin otorîteya xwe ya rasteqîn an jî xwezayî şanî we bikin. Neku ji ber we nedîtiye û nizanin, hûn nû pêş dikevin, ji bo hêvî û kêfxweşiyên we hinek din bên xurtkirin, dixwazin bi feraset û qanekirinê sereraset bikin. Bes divê ev encam ji vê neyê derxistin: Ango ezê ya xwe bikim, li gorî xwe bijîm. Na, tu nikarî li gorî xwe bijî! Rêbertî çiye, vê bizanin. Rêxistinek ku dijminê xwe jî dide bikaranîn, girêdayî dijminê xwe tevgera xwe pêş dixe, ma destûrê dide tu wisa axatiyê bikî, li ser kedan rûnî
xwe ferz bikî û xwe bifiroşî? Ma tu dînî? Em we gelê xwe jî evqasî bi kedê didin karkirin. Me evqasî tevkariyên xwe çêkirine. Hûn hemû miletê welatê me dibînin. Tevî evqasî zilmê li hember her tiştî li ber xwe dide. Me kêm tişt
nedane. Tevî feqîrin dîsa jî li ber xwe didin û tiştekê ji rêxistinê re nabêjin. Heta mirinê girêdana xwe ya bi Rêbertiyê ve didomînin. Elbet wateya vê heye. Hûn miletê me yên li Ewrûpa, di mercên rehet de ne. Lewra hûnê zêdetir kar bikin. Hûnê tiştên ku heta niha we dane û tevkariyên xwe, tenê weke destpêkekê binirxînin. Hûnê bêjin; “Tevkariya me esasî ji bo ya ji vir û şûn de ye. Emê xwe derbasî welat bikin.”Hûn raveya girseyek sed hezarî ne. Her yek ji we li welat pênc xizmên xwe bidest bixe, ev dike milyonek. Ma hûn nikarin bidest bixin? Hûn pir rehetî dikarin bi telefonê û nameyekê jî vê bikin. Mirovên girêdayî we pirin. Wan bi siyasî bikin, birêxistin bikin û komekê çêbikin. Gund û taxên we hene, xwe li wan deveran belav bikin. Ez xwe li tevahî cîhanê belav dikim. Ma hûn nikarin xwe li nav gundek çend malan, malbatek panzdeh û bîst kesî belav bikin? Ger hûn nikarin xwe belav bikin, hûn tine bûne, belengazin û we em qet fêm nekirine. Madem we xwe gihandiye sed hezaran, ev tê wateya yeksan dê têkoşîna me di demek kin de we bigihîne her gund, tax û malbatên welatê me. Ji vir û şûn de peywira we eve. Êdî ne Ewrûpa, hûnê hundurê welat fetih bikin. Wextê fetihkirinê ye, ev pêkane û derfetên me yên awarte jî hene. Hûnê van bikar bînin. Peywire, nayê nîqaşkirin û pêdiviya wê jî tê pêkanîn. Bi rastî jî hemû xebatkarên ku bi navê partiyê fedekarî ked didin, ji navendê heta xebatkarek ji rêzê hemû rêhevalên ku li qadan cih digirin! Roj bi rastî jî rojên nêzî fetihkirinê ne. Ev salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê jî, rojên ku li welat pêşketinên mezin tên jiyîn û bi Komara Tirk re di her astê de hesabxwestinek berdewan dike ne. Sala şer a dehemîn, rojên têkoşînê yên ji damezirandina dewletekê jî hêjatirin. Nebinketina têkoşînê, -jixwe dijmin îdîa dike me vê havînê biqedîne, bi rêbazên awarte û nehatî dîtin ve êrîş dike- firsend nedana dijmin ku bin bixe, başiya herî mezin em li we bikine. Ev
jî mizginiya herî binirx em bidin we gelê xwe ye. Yeqîn nakim ji bilî vê nirxek bê dayîn. Em di dîroka xwe de pir baş dizanin dijmin pir bi îdîa ye û plan êrîş dike. Em jî beramberî vê bi valederxistina pêvajoya tinekirinê re, di nav xiroş û dilxweşiyek mezin de ne. Ev şer di vî astî de girtin, yeqîn dikim wê azweriya we ya herî mezin be. Jixwe xiroşa we ji ya me jî zêdetire, bi dildarî tevlîbûna we ya ji jiyanê re, dide diyarkirin ev wisa ye. Ev raste, di cih de ye û dê ji vir û şûn de jî zêdetir çêbe. Emê ji vir û şûn de li welat baştir şer bikin. Em dikarin vê jî weke dema ji şaşî û kêmasiyên xwe yên heta niha xilasbûn, astengiyên dîrokî jihevxistin û derbaskirina lewaziyan jî binav bikin. Şerek gêrîla ya ku evqasî ji astengî, lewazî û şaşiyên xwe paqij bûyî, dîsa dikare evqasî li ber xwe bide. Ger rastiya miletê me yê şer dike xirabiyê li xwe neke û darbe li xwe nede, jixwe peywira me ya herî bingehîn firsenda vê nedayîne, ya dimîne wextê wê rast diyarkirin û dê ev kar bê serxistin. Hûn diyar dikin ku pir bi me ve girêdayîne, li gorî min ev jî ne hewce ye. Divê êdî girêdan di saziyên me de, di serkeftina kesayeta me yên erkên xwe dizanin de be. Ez êdî îdarekirina heta niha jî zêde dibînim. Ji hêla dîrokî ve ji kesayetekê çi tê hêvîkirin? Jixwe hewce jî nake, hûn dikarin zêdetir jî bikin. Hûnê ji bo vê bihizirin û dema hewce jî kir nîqaş bikin. Rêxistinên ku hewce ne saz bikin, hêza we ya ku van derbasî welat û şer jî bike heye. Misoger hûn girseyek ku dikare serkeftinê saz bikine. Partiya ku li wire xwedî ziravî û berfirehe ku rehetî dikare serkeftinê bi xwe bide destpêkirin. Pirsgirêk wisa ye: Gelo hûnê li ser bingeha serkeftinê, nexasim li ser bingeha me dayî bikarin xwedî li peywirên xwederbikevin, hêjayî wê bin? Gelo nexasim hûnê bikarin di jiyanê de usluba têkoşerî, usluba balkêş û rêxistinkirî raber bikin? Wexta we ev pêk anîn, weke navê xwe dizanim, dê ev kar bê serxistin. Li vir pir dilnizm nêz dibim. Tişta ku hewce dikir me ji mêj ve ser xistiba, em niha nû ser dixin. Misoger em ser xwe naçin, xwe winda nakin. Karek ku pêwîst bû ji mêj ve bihata
çareserkirin niha hatiye li ser milê me disekine. Me ew jî weke hewcedariyek mirovbûna xwe rakir û weke we jî dîtî ser xist. Ti aliyê vê neyê fêmkirin nîne, ne karek wisa ye ku dema hat fêmkirin jî pêdiviyên wê neyên pêkanîn. Mirin her tim heye, dibe ku em pênc salan zêde, pênc sal kêm bijîn. Jixwe ev rêya me, hinekê rêya bêmiriniyê ye. Mirinên herî xirab an jî mirina li ser me tê ferzkirin mirin bi xwe ye. Bêmirinî jî jiyana ku PKK ferz dike ye.
Em her tim şahadetên vê rêyê weke hêza fermandeya jiyanê dinirxînin. Li cem me şahadet çavkaniya dijî ye, çavkaniya dide jiyîne. Bi min re jî ev çavkanî diherike, nexwe qet yeqîn nakim bikarim wisa bijîm. Me hewl da bibin berdevkên şehîdan, hewl da wesiyetên wan jîndar bikin û wisa xurt bûn. Ev ji bo her kesî derbasdare. Bûna berdevkê şehîdên me, bûna jîndarvanê wesiyetên wan sedema hebûna jiyana me ye. Dîsa di vê navberê de berxwedêriya zindanê yên rêhevalên me lehengî li ber xwe didin, berxwedêriya çiyan heye. Heta berxwedêriya vê qadê jî hêjayî rêzdariyê ye. Em her tim girêdayî wane. Ev hemû nirxên herî berz û pêşiya her tiştî ne. Me heta
niha diyar kir ku em tenê dikarin bi duristî û girêdana rast ve pêş bikevin. Her wiha me danî holê em dikarin a nayê serxistin jî ser bixin. Ya piştî vê misoger meşa ber bi serkeftinê ve ye. Em di meşê de ne, ger şaşiyê mezin nekin û her kes di çarçoveya kin a min destnîşan kirî de rast nêzî peywiran bibe serkeftin misogere.
Cardin li ser vî bingehî dehemîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li we pîroz dikim. Silav û hezkirinê xwe pêşkêş dikim.