Li Bakurê Kurdistanê têkoşîna li dijî dagirkeriyê êdî ne dihate fikirîn û piştî têkçûna 1975’an ya Başûr, hêviyên serkeftinê û çareseriyê li nava Kurdan de nemabû. Di nava vê bêhêvîtiya Kurd de PKK di sala 1978’an de damezrandina xwe ragihand û lehengiya berxwedêrên zîndanan ya 1982, pêşî li Tevgera Azadiya Kurdistanê vekir ku gavekî nû biavêje. Beriya niha 38 salan di hişê mirov re derbas nedibû pêngaveke wiha bê avêtin. Herçend ev pêngav di 14’ê Tîrmeha 1983’an de hatibû fikirîn jî, ji ber ne temambûna amadekariyan ji bo sala din hatibû paşxistin. Amadekariya pêngavê li herêma Biradostê ya Xinêreyê hate kirin. Piraniya rêveberiyê li Başûrê Kurdistanêbû û ji bo bigihijin Botan, Wan û Şemzînanê dem jêre pêwîstbû. Şemzînan nêzî herêmê jî bû, lê ji ber diket sînorê navbera dewleta Îran û Tirkiye de û dibin çavdêriyekî mezin de bû, xwe gihandina qadê jî zehmetbû. Jixwe qadeke din pêngava 15’ê Tebaxê jî Erûh’a Sêrtê û Çataxa Wan’ê bû. Lewma zehmetbû gerîla xwe di demeke kurt bigihînin van herêman. Hem hejmara wan kêmbû, hem jî derfetên wan yên çek, cebilxane û locîstîk jî kêmbûn. Her wiha wê bi van çalakiyan biryara şerê dijî dagirkerên li Kurdistanê û endamê NATO’yê hatiba dayîn. Ev jî karekî wer hêsan nebû!
Rêber Apo jî li Akademiya Beka’yê ya Lûbananê amadekariya fermandarên ku pêşengiyê ji pêngavê re bike dikir. Li kadro û rêberekî digeriya ku pêşengiyê ji vê pêngavê re bike. Di encama amadekarî, nirxandin û analîzeke mezin de rêheval Mahsum Korkmaz (Egîd) diyar kir. Bi vî awayî rêhevalê Egîd berpirsyariya pêngavê girte ser xwe.
Rêheval Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Farqîna Amedê ji dayîk dibe, li Êlihê mezin dibe, her li wir hevalê Mazlum Dogan nas dike û tevlî şoreşê dibe. Piştî wê derdikeve derveyî welat (Lûbnan). Di sala 1981’an de li gel hevalê Mihemed Karasûngûr vedigere welat û xwe digihîne herêma Biradostê ya dikeve ser sînorê Rojhilat (Îran). Di vê demê de hevalê Egîd li herêmê peywendî li gel hêzên Îran û yên Kurd re çêdike. Her wiha li aliyekî din jî kadro endamên rêxistinê yên ku ji Lûbnanê dihatin ji bo şerê çekdarî amade dikir. Li gel xebatên perwerde û peywendiyan jî, xebatên tespîtkirina baregehên dijmin û keşfê jî dimeşand. Ji bo armanca pêngava şerê çekdarî ya dijî dagirkeriyê bi gel jî bidin nasîn di nava gundan de propagandaya çekdarî dikirin.
Bi van amadekariyan gûleya yekemîn a 15’ê Tebaxê ya li mejiyê dagirkeran hate xistin, tê avêtin. Di demek wisa de ev gule hate teqandin ku tiştek binavê Kurd û Kurdistanê nehatibû hiştin. Tovê vê pêngavê ku di Newroza 1973’an ya Enqereyê de hate avêtin, bi avabûna partiyê mezinbû, bi berxwedana zîndanan û vebûna ji Rojhilata Navîn re xwe gihandina şoreşgerên Filîstînî û Beka’yê, êdî baweriya ku dikarin şerê çekdarî bidin destpêkirin û bersiva demê bidin di wan de çêdibe. Piştî perwerdeya Rêber Apo, temamkirina amadekariyan û perwerdeya partîzanî ya dostên Filîstînî, di konferansa yekemîn a PKK’ê de biryara vegera welat tê dayîn.
Pirs li vir ewe amadekariyeke çawa û çawa vegerîn?
Di sedsala borî de gelek raperîn û serhildanên Kurdan çêbûn. Lê temenê gelek ji wan negihîşt salekeî û tûnebûn. Her wiha berxwedan û raperîn li herêmeke tengde û di nava girseyekî sînordar de çêbû. Di warê fikrî, bawerî û îdeolojî de kî çiqas dizanî ewqasbû. Pêşengên têkoşînê ji bo xwe ji dagirkeran biparêzin, tedbîrên pêwîst nedigirtin û dûr nediketin. Ji ber vê dagirker bihêsanî dikarîbûn serhildanan bêdeng bikin û pêşengên wan tune bikin.
Piştî berxwedana Dêrsimê ya 1937-1938’an cara yekemîn bû ku gelê Kurd bi awayekî rêxistinkirî li dijî dagirkeran radibû, li ser piyê xwe disekinî û îradeyeke mezin nîşan dida. Herçend pêngava Tebaxê ji bo bersivdayîna berxwedana zîndananbû jî, berxwedana girtîgehan jî derxist asta herî jor. Eger em şert û mercên avêtina pêngavê, pêwîstiyên wê demê, armanca wê baş nezanin emê nekarin têkoşîna 38 salan ku berdewam dike jî fêm bikin û sonda heya serkeftinê ya têkoşînê jî dê neyê zanîn.
Ev têkoşîn bû sedem ku bihezaran keç û xortên Kurd derkevin sere çiya û artêşeke gerîla ya rêxistinkirî ava bikin. Ev artêşa gerîla ya hate damezrandin hêviya gelê Kurd ji nûve pişkivand û bû kelemek di çavê dijminan de.
Li dijî pêngava 15’ê Tebaxê bi hezaran gund hatin wêrnakirin û mirov ketin zîndanê. Bi hezaran keç û xortên Kurd jiyana xwe fedakirin. Di encama têkoşîna ji Egîdan heya Zekî Şengalî, Hilmet, Atakan, Egîd Garzan û Rêzan Cavîdan de li Kurdistanê felsefeya gerîlatiyê pêşxist, ew şêwazê klasîk yê pêşmergetiyê derbas kir û li Kurdistanê hîmê şerê gel yê şoreşgerî avêt.
Bi pêngava 15’ê Tebaxê re artêşa jinên Kurd jî avabû. Jin bi tevlîbûna têkoşînê re bûn xwedî, hêz, vîn, bawerî û rêxsitin. Her iha hêzên xwe yên çekdarî avakirin. Eger îro hêzên gerîla yên jin li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat heye, bi sedan fermandarên weke Bêrîtan, Zîlan, Şîlan, Viyan, Delal û Berfînan berpwerdekirine, bingeha xwe ji pêngava 15’ê Tebaxê digire.
Tevî di roja me ya îro de di hemû konferansên navnetewî de, di civînên NATO, Soçî, Tehran de Kurd dibin rojev jî nikarin, ji ber Kurd gerîla weke hêviya xwe dibînin, nikarin bi komployan têkoşînê têk bibin.
Ev hêzên dagirker û yên navnetewî di roja me ya îro de li beramber gerîla ewqas bêçare mane ku li Başur, Bakur, rojava û Rojhilat bi hemû çekên qedekirî êrîşê gerîla dikin. Lê gerîla li beramber van çekên qedexekirî yên kîmyewî û atomî li ber xwe didin. Ev çek ku heya niha tenê li Hîroşîma û Nagazakî bikaraniye, niha li dijî gerîlayên Kurd jî xistine dewrê.
Civînên NATO’yê yên li Îspanyayê ku Swêd û Fînlandiyayê jî di nav xwe de dihewîne, herwiha civînên Tehran û Soçî yên di navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê de çendîn geşedan bi xwe re anîne. Em dibînin ku destên dagirkeriya Tirk ji bo êrîşkirina ser şoreşgerên Kurdistanê yên li Başûr û Rojava zêdetir vekirî ye. Dewlet bi dirêjaya temenê xwe hîç pîvanek ya exlaqî û wijdanî ne daye berçav, ji bo berjewendiyên xwe dost û kesên nêzê xwe jî firotiye. Ji ber vê divê bi ti awayî hêvî ji hêzên emperyalîst nekin, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û serkeftinê bidest bînin, divê gel, gerîla û şervan bihevre li dijî dagirkeriyê bisekinin. Ger DYA, Rûsya û hwd alîkariya lojîstîk û îstîxbaratî nedin dagirkerên Tirk, wê nikaribin li navendên bajaran bi hêsanî xwîna kadro, gerîla, fermandar û şoreşgerên Kurdistanê birijîne. Divê neyê gotin, gerîla û şoreşger li wir li çi digeriyan, eger ew li wir nebin, dê kî xebatên şoreşê birêve bibin? Ji bo vêya dive em li dora wan kom bibin û rê nedin zarokên me li pêş çavê me şehîd bixin.
Fermandar û pêşengê sores û gerîlatiyê Rêzan Cavîd ku bi erkekî şoreşgerî û neteweyî çûbû Rojavayê Kurdistanê, mixabin dijmin wî li navenda me de şehîd xist! Her wiha hevalê Ferhad Şiblî li Kelarê hate şehîdxistin. Ji bo pêşengên me nebin hedef divê em çi bikin? Divê gerîla û gel ji hevre bibin mertal.
Ez 39. salvegera pêngaba 15’ê Tebaxê li fermandar û gerîlayan pîroz dikim û bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînim. Di heman demê de rêz wefadariya xwe ji Rêber Apo re diyar dikim.
Pêwîste em bi rihê 15’ê Tebaxê têbikoşin, serbikevin û êrîşan pûç bikin.
Genco Jînda Nivîsandî ye….