NAVENDA NÛÇEYAN – Tîma Bersivdanê ya Şehîd Avyan Efrîn a YPS’ê bi armanca pîrozkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, şeva 14’ê Tebaxê saet di 00:30’î de li taxa Yenî Mahalle ya Wanê li 2 cihên cuda bi fîşekên hewayî çalakî kir. Her wiha dirûşm li ser dîwaran nivîsand.
Rêxistina YPS’ê her wiha bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya pêngava serketinê de wê li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê têbikoşin.