NAVENDA NÛÇEYAN –
“Tewanbarê ku nû tê girtîgehê, yekemîn beşa sizayê xwe destpêkê wê di hucreya yek-kesî de bihurîne, wê tenê jê re pariyek nan û hinek meyve were dayîn. Wê cigarê nekêşe, bi malbata xwe re hevdîtin çêneke. Di vê pêvajoyê de heke hêmin bisekine, duyemîn beşa sizayê xwe wê hîna musamali bikêşe. Beşa sêyemîn û çaremîn jî wê hîna di rewşeke giştî de li gor hin îmtiyazan derbas bike û bi xebitîne hikmê xwe bi dawê bike.
Yên di girtîgehê de rehet nesekinin wê rastî rewşeke hîna giran bên. Berovajî vê yên ku di beşên dawî de ewlehiyê (baweriyê) bidin me, wê rojek girtîbûna wan wek du roj hesab bibe. Xala herî bingehîn ku em di derbarê girtîgehan berçav digrin: kesên li vir ji hukûmet û malbata xwe re nebin bar, kar bikin heta mesrefên xwe û saziya xwe pêşwazî bikin.”
Wezîrê Dadê yê demê Şûkrû Saraçoglu di dîroka 5’ê Êlûna 1936’an de di hevpeyvîna ku dabû rojnameya Cumhuriyetê ‘Îmraliya nû’ bi van gotinan dida nasîn. Îmrali yekemîn girtîgeha nîv-vekirî ya Tirkiyê di sala 1936’an de saz bûye.
Lê di dîroka Komara Tirkiyê de ji pir kesayetên navdar re malovanî kiriye, ji hêla Saraçoglu ve wek girava ‘Terbiyekirinê’ tê tesewirkirin.
Çima Şûkrû Saraçoglu?
Beriya Şerê Cîhanê yê II. Wezîrê karê derve, paşê jî wezîfeya Serokwezîriyê dabû meşandin, ew alîgirê Naziya Elmanyayê bû. Di siyaseta Tirkiyê de polîtîkayên ku wî dişopiya ji sûbayeke SS cudatir nebûn.Jixwe di salên ku wî li Îmraliyê sazkirina qampa xebitînê xeyal dikir, di Elmanyayê de qiyameta qampên civanê (toplama kampı) destpê kiribû.
Salek beriya destpêkirina şerê cîhanê yê II. Şûkrû Saraçoglu ku wê di sala 1938’an de bibe wezîrê karê derve, erkdar bû ku bi sefîrê Naziyan yê li Enqerê Franz Von Papen re têkîliyan pêşbixîne. Bêguman tesaduf nebû ku Hîtler Papen şandibû Enqerê, ji ber Papen di sala 1932’an de 6 mehan serokwezîrî kiribû û pêşiya Hîtler vekiribû.
Papen, li Enqerê bi rêya Saraçoglu bi Tirkiyê re têkîliyên qahîm çêkir. Têkîliyeke berfireh a bazirganî jî hate destpêkirin. Tirkan madeya xam a polayê krom didan Naziyan, Naziyan jî ji bo di operasyona eniya Qafqasyayê de ji wan re bibin alîkar sûbay dişandin.
Jixwe wek di Elmanyayê, nêçîra komînîst û kêmnetewan jî li Tirkiyê destpêkiribû.Di sala 1942’an de Saraçoglu bû serokwezîr û di plana wî de Ermenî, File û Rûm hebûn. Saraçoglu ‘Baca Heyînê (varlık vergisi)’ bi van gotinan parastibû:
“Yên ku di vî welatî de ji mêvanperweriya ku tê nîşandayîn sûd digrin û dewlemend dibin, lê belê di vê kêliya hesas de wezîfeyên xwe pêk nayînin, wê ev qanûn bi dijwariya heyî li ser wan pêk bê.”
Du meh mabû ji bo dawîhatina şer, li ser kaxezê be jî di 23’ê Sibata 1945’an de hukûmeta Saraçoglu neçar ma ku li dijî Elmanya şer îlan bike. 100 Elmanên ku ji Naziyan reviyabûn û xwe spartibûn Tirkiyê şandin qampên civanê yên li Çorûm, Yozgat û Kirşehîrê.
Belê Îmrali, yekemîn pêngava Tirkiyê ya ber bi Nazîvebûnê ve bû. Naziyan ji salên 1930’an pêve li jor qampên civanê tabelaya ‘Arbeit macht frei’ (xebitîn, azad dike) daliqandibûn, lê durûşmeya Saraçoglu di 1936’an de “Bi xebitînê re mafê jiyanê” bû.
Li Îmraliyê Yekemîn Girtîgeh di Keşîşxaneyê de Sazbû
Di çarçoveya modela ku Saraçoglu anîbû ziman, di 11’ê Tebaxa sala 1935’an de di serî de 50 Mehkûm şandin Îmraliyê. Ev kes beriya wê li girtîgehên Stenbul, Ûskûdar, Bîlecîk, Mustafakemalpaşa, Tekîrdag û Bûrsa mabûn. Temenê wan di navbera 21 û 40’an de bû. Sizayên wan jî di navbera 2,5 û 10 salan de bû, wek ku Saraçoglu jî dabû diyarkirin destpêkê diviya bihatana ‘terbiyekirin’.
Di sala 1924’an ji ber Hevpeymana Lozanê ya Yûnaniyan, girav heya wê dîrokê vala bû û wek cihê qaçaqçiyan dihate zanîn. Di mehên destpkê de cihê ku Mehkûm lê bimana nebû.
Heya ku girtîgeheke mezin a 3 hezar kesî înşa bû, Mehkûm di keşîşxaneyeke girave de ku 13 heb li girave hebûn, man.Bi her girtiyekê re jî lewazimên masîgirî û çandiniyê dihate rêkirin.
Beriya ku Mehkûman bişînin giravê, di rojnameya Cumhuriyetê hejmara 4’ê Gulana 1935’an de daxuyaniyeke wiha cih girtibû: “Beşek ji barkêşên Stenbolê ku bêkar mane serî li hin meqamên pêwendîdar dane û xwestine ku eraziyê vala û bêxwedî yê girava Îmraliyê ji wan re were veqetîn. Ew dê giravê îmar bikin û paşê jî masîvaniyê pêş bixin.”
Lê belê ev plan pêk nehat, ji ber bi fermana Saraçoglu biryar hatibû stendin ku girav bibe qampa xebitînê. Di giravê de bi lezgînî kar hatibû destpêkirin. Heta ji bo ku berhemên ji hêla Mehkûm tên çêkirn werin firotin li Bûrsayê Koperatîf jî hatibûn sazkirin. Armanc ew bû ku masî û behreyên çandinî yên ku keda Mehkûman bû bi lez bifroşin. Berhemên sala destpêkê pir bilind bû.Tenê hejmara pîvazên ku hatibû firotin ji 100 ton zêdetir bû.Jixwe mehsûlê (berhem) herî navdar ê Îmraliyê pîvaz bû.
Rojnameya Cumhuriyetê di dîroka 5’ê Êlûna sala 1936’an de bi sernivîsa “Mulaqatên di vapûra Izmîrê” de hevpeyvîna bi Saraçogulu re wiha radigehand: “Wekîlê dadxaneyê Saraçoglu demeke ku li zozanên Golcûka Izmêrî îstîrahet dike.Wekîlê me yê şîrîn ji vê îstîrahetê hîna zînde û enerjîk vegeriya û xatir û qîmet da me û pirsên me bêbersiv nehişt.”
Modela ‘Bi xebitînê re Jiyîn’
“Mehkûm xwarinên ku em didin wan dixwen, cilên ku em didin wan lixwe dikin, wê di rêya ku em destnîşan dikin de bimeşin, kar bikin û bijîn. Di demeke nêz de ez ê bixwe biçim girave û ji nêz ve girtîgeh û tesîsatên din bibînim.Li wir Mehkûman bi hêzeke mukemel dixebitînin.Mehkûman bi pareyên xwe aletên çandinî û heywan kirîne.
Em ê hinek sizakaran li Eskîşehîrê kom bikin di karê enstituya ku li wekaletê Ziraetê tesîs bibe, bidin şixulandin. Di welatê me de hejmara girtiyan 35 hezar kes e. 17 hezar ji wan hikm girtine. Me dixwest qanûna parêzeran îsal bişanda meclîsê. Lê belê agahî hate girtin ku Elman amadekariya qanûneke nû dikin. Dibe ku em jî ji vê sûd bigrin, lewma em li bendê ne ku biweşînin.”
Saraçogulu her çaveke wî li ser Naziya Elmanya bû û ev yek bi eşkeretî jî dianî zimên, piştî Îmraliyê telîmat dide ku modela Îmraliyê li pir deran pêk bê.
Piştî Îmraliyê li Edîrne û Ispartayê 250 Mehkûm di karê mehfûrkarî (halıcılık), li Zonguldaxê jî 150 Mehkûm di ocaxa komiran de şixulandin.
Ji Mehkûman re Cilê Yek Tîp
Girava Îmraliyê qadeke 10 kîlometre çarçik (kare) e, li hin mewkiyan navê sosret hatine dayîn; girê Atatirk, girê Îsmet Înonu, Metebûrnû, newala Saraçoglu, heta navê kaniyekê jî navê bavê Saraçoglu Hoste Saraç Ehmed tê dayîn. Saraçoglu ku di sala 1936’an meha Mijdarê diçe girave, bi pesn û mehtan behsa Îmraliyê dike û agahî dide ku “Girtîgeha ku li aliyê pişt ê girave çêbibe, wê ji hemû cîhanê re bibe nimûneyek.”
Di sala 1939’an de hejmara girtiyên giravê digihîje hezar kesî û yek ji kesên navdar ku serdana wir dike Fethî Okyar e. Wezîr Okyar piştî dibe Wezîrê Dadê bi yekser girave ziyaret dike. Mehkûmên ku yek tîp cil lixwe kirine û ketine hîzayê wî pêşwazî dikin. Ziyaret bi manşeta “Wê mueseseyên wiha zêde bibin” di dîroka 19’ê Tebaxa 1939’an a rojnameya Cumhuriyetê de tê weşandin. Okyar beriya ku ji girave veqete di deftera bîranînê ya girtîgehê de wiha dinivîse:
“Bi şûna fişar û zîndanê, bi rêya xebitandinê terbiyekirina Mehkûman û sererastkirina qûsûran, perwerdekirina wan wek ûnsûrên ku ji cemiyetê re sûdwer bin, destpêka serketina pergalê ye û dîtina vê mueseseyê ez pir memnûn kirim. Nezma Mehkûman di nav kar û pakiya mueseseyê hêjayî pesndayînê ye.”
Di salên 1940’an de Îmrali êdî bû yek ji navendên hilberînê ya dêwasa. Di atolyeyên raçandin û goreyan ên girtîgeha Îmraliyê de perdeyên nivîn, perdeyên mase, pêjgîr û gore dihatin çêkirin û li her dera Tirkiyê dihate firotin. Ev berhem jî bi qalîte dihatin hesab û bal dikişandin. Heta di sala 1958’an de saziya Goşt û Masiyan bi Wezareta Dadê re peymanek çêdik û biryar tê girin masiyên ku Mehkûmên Îmraliyê digirtin li dikanên wan werin firotin.
Îmrali ne tenê wek qampên xebitînê, herwiha di dîroka nêz a Tirkiyê de wek ‘rawestgeha şikestinê’ jî ciheke taybet girt. Piştî darbeya 1960’an ji bo Adnan Menderes û wezîrê wî Fatîh Rûştû Zorlu û Hesen Polatkan sêdare tê hazirkin û ev bûyer ji wek “Li Îmraliyê Şeva Dawî” kete rûpelên dîrokê. Yilmaz Guney, resam Îbrahîm Balaban û resamê Rûmî Angulos Stafonodîs jî li Îmraliyê girtî mane.
Ji sala 1999’an pêve ango bi qasî 14 sal e ku di giravê de Rêber APO tê ragirtin û Îmrali her roj bêtir dikeve rojeva gelê Kurd û Tirkiyê.