NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Ji ber roja jinê ya kedkar ez tekoşîna azadiyê ya hemû jinên dinyayê silav dikim û ez bawer dikim ku pirsgirêkeke wiha bi rengekî cidî ketiye rojeva tekoşînên civakî. Li gel rojevbûna sosyalîzmê ve li ser bingehê gelekî cidî nêzîkbûna van pirsgirêkan partiya me jî tenê bi rizgariya li Kurdistan’ê ve bi sînor nemaye, di serî de Rojhilat a Navîn ji bo tekoşînên civakî yên nû, di dinyayê de jî di asta jinê de di nava nêzîkbûneke him gelekî bi îdîa him jî afiranderiyê esas digre de ye. Ev jî gelekî girîng e. Berî her tiştî divê mirov behsa bîrdoziya rizgariya jinê bike. Em li pey afirandina vê bîrdoziyê ne. Wisa bi yek du bûyer û yek du çalakiyên ji rêzê ve bi şîrovekirinê mirov nikare ji bin vê derbikeve. Heta ku bi rengekî gelekî lez, pêşketina bîrdoziya rizgariya jinê neyê pêkanîn, her tişt xwe xapandinê wêdetir naçe. Ez bawer dikim ku pêdivî bîrdoziya rizgariya jin a gelekî cidî heye.
Ev bîrdoziyeke tenê di wateya rizgariya zayend de nîne. Xaleke ku fêrbûna sosyalîst heta tehlîla zanistî ya civakê me bîne ye û dê deyne pêşiya me ku wê bîrdoziyeke rizgariyê ya navenda wê jin e bi xwe re dê girîngiyeke mezin ava bike. Weke kesayet hêmaneke ku herî zêde ez li ser hûr dibim jî ev e. Bêguman ev nêzîkbûneke fêmînîst nîne. Jixwe ez bi xwe ne jinek im. Lê belê hizirandineke bi asta jinê û navenda wê jin e, her biçe bîrdoziyekê û rêxistineke ku xwe dispêre vê bi pêşxistinê ez gelekî girîng dibînim. Em ji pirsgirêkên şer re anîna çareseriyê bigrin heta gengazkirina aştiyeke ku xwe dispêre azadiyê pêdivî bi pêşketineke bîrdozî ya wiha heye. Hemû bîrdoziyên ku hetanî niha, bîrdoziyên bi mohra zilam û bi giraniya zilam in, bêguman asta vê ya çînî û emperyalîst dagirkeriyê heye. Lê belê bi rengekî gelekî balkêş, asta vê ya serdestiya zilam jî heye. Tu kes nikare vê înkar bike. Nêzîkbûna serdestiya zilam ku li ser civakê hakim e, her çi qasî ji sedan salan hetanî niha ev her dem veşartibe jî yê ku hindekî rêzê ji zanistê re digrin, hindekî ku pêwendiyeke bilind bi rizgariya jinê, ji ber wê jî li ser bingehekî ku bi wê ve gelekî girêdayî ye, bi rizgariya gelekî ve pêwendîdar in, ne gengaz e ku vê yekê nebînin. Ji ber wê jî evê bi hizirandina xwe de jî girîngiya pêwîstiya bîrdoziyeke ku navenda wê jin e biafirînin, bibînin.
Di rêbertiyên din ên komûnîst û sosyalîst de ev gelekî kêm hatiye bidestgirtin. Lê belê gelekî bi sînor e û nekarîne ferasetên serdestiya zilam derbas bikin. Di jiyanên xwe de jî di rastî de ji feraseta serdestiyê ya di nava malbata heyî wêdetir neçûne. Mirov dikare vê yekê weke kêmasiyeke sosyalîzmê jî bibîne. Ya ku em dixwazim li vir bînin ziman cudatir e. Ev bîrdoziyeke ferzkirinê nîne. Di pêvajoya rêxistina civakî ya destpêkê ya dîrokê de di rastî de bîrdozî navenda xwe jin bû. Mînak xwedawenda mezin Îştar heye. Di zimanê me de Star –stêrk- ango tê wateya Stêrk û ev xwedawenda destpêkê ye. Di rastî de xwedayê destpêkê xwedawend e. Xwedayên zilam piştre derketine rastê yan jî xwedayan piştre xwe bi rengê xwedayên zilam dadîne holê. Bêguman ev jî bi hilberîngeriya jinê ve gelekî girêdayî ye.
Bi kurtayî bîrdoziya jinê tenê bîrdoziya zayend nîne. Di rastî de bîrdoziyeke civakî ye. Ger em bi vê çerçoveyê nêzîkî van pirsgirêkan bibin, divê em hemû nêzîkbûnên hetanî niha yên di asta bîrdozî de ji ber wê jî rêxistinên aborî, çandî, siyasî û leşkerî ku xwe dispêrin wan di ber çavan re derbas bikin. Ji ber ku xwedî serdestiya zilam in. Ji ber wê jî di naveroka wan de şer, newekhevî û çewisandin heye. Ev jî bi xwe re ketina zayendê tîne. Ketina zayendê jî tê wateya ketina jiyanê. Piştî ku jiyan jî ket, -ku ev di asta jinê de balkêştir e- dîlbûna zayend ku hemû civakê ber bi dîlbûnê ve dibe gelekî balkêş e. Di giştî de dê civak wenda bike û riya şerên har ji serî hetanî dawiyê vebike.
Jixwe girêdaniya şerê îro yê li Tirkiyê bi karakterekî gelekî har de pêş dikeve, bi cewherê wê yê çînî û bi emperyalîzmê re heye. Lê belê girêdaniya vî şerî bi feraseteke zilam ê serdest ku gelekî şoven e jî gelekî şênber e. Ji ber vê sedemê nêzîkbûneke bi rengê “ne dema wê ye, piştre jî dibe” heta dawiyê xelet e. Ger em dixwazin dest bi nêrîneke şoreşgerî heta xebateke civakî ya cidî bikin bi dijwarî pêdîvî bi xebateke bîrdoziyê ya ku asta jinê esas digre heye. Ez zêde nikarim vê yekê li vir vebikim. Jixwe cihê wê jî ne ev der e. Ji ber roja jinê weke têgeh ez vê diavêjim holê.
Hêmana duyemîn bêguman bi vê ve girêdayî ye. Hemû rêxistinên ku bi giranî zilam in, bêguman divê werin rexnekirin. Tenê rexnekirin ne, her biçe derbaskirina van neçar û jênerevîn e. Weke din dawiya şer jî nayê aştî jî çênabe. Hemû rêxistinên milîtarîst ji sedî sed bi mohra zilam in. Di wir de cihekî jinê, zimanekî jinê û dilekî jinê nîne. Ev jî ji serî hetanî neynokê rêxistinên zordest in, hêzên dijwariyê ne. Ger bal were kişandin, mekanîzmaya van cihan ku jin lê gelekî kêm in, an jî qet nînin, pergaleke ku dijwarî, di asta tirsnak de tê pêşxistin e. Ev jî dîtina me piştrast dike. Saziyên ku serdestiya zilam herî zêde bi tevger in, di serî de dezgehên milîtarîst tê wê wateyê ku amrazên balkêş ên şer in. Ango dijberî aştî û jiyanê ne.
Ger em rizgariya jinê dixwazin, divê ku em saziyên xwe dispêre bîrdoziyên serdestiya zilam bi dijwarî rexne bikin. Perçeyeke vê ya girîng jî malbat e. Malbat jî dezgeheke serdestiya zilam e. Ez dîsa naxwazim li vir zêde vebikim. Lê belê ji bo me ev pirsgirêk gelekî girîng e. Bi taybetî ji aliyê civaka Kurd ve malbat saziyeke ku teqez divê ji pêş çavan re were derbaskirin e. Li gor min malbat, di rastî de bîreke bêbînî ku ketina jin û zilam bi rengekî herî xeter tê pêkanîn e. Her du jî çi qasî ketin e, çi qasî çûne kûraniyê û tarîtiyê nizanin. Zemînê ku hemû pergalên emperyalîst-dagirker û dîsa hemû pergalên şerê taybet xwe tê de pêk tînin malbat e. Divê em vê bi dijwarî di pêş çavan re derbas bikin û rexne bikin. Ev weke têgeh nayê wê wateyê ku em bi temamî malbatê înkar dikin. Em malbata ku pêkhatiye înkar dikin an jî em behsa pêwîstiya derbaskirina wê dikin. Têgeheke wiha girîng e.
Di nava malbatê de dîktatorî, milkiyet ji her cureyê maf û hiqûqê dûrbûna jinê êşên wê û gelekî biçûkdîtina wê heye. Berî her tiştî weke fîzîkî tunekirina wê heye. Tu xwestekeke wê ya cidî nîne. Ji bo vê em behsa hestyariya jinê dikin. Ger hemû şert wiha bin bêguman dê jin were girêdan û dê bibe heyîneke ku bi tenê hestên xwe ve dijî. Ev jî bêrêziya herî mezin a li hemberî mafê mirovan e, êrîşa herî mezin e. Ji ber vê sedemê ger em dixwazin behsa rizgariya jinê bikin, divê saziya malbatê ku wê dixeniqîne, gelekî cidî were rexnekirin.
Li gel vê rexneyê têgeheke din a ku were pêşxistin têgeha qutbûnê ye. Ev hindekan ji me tengav dike. Lê belê ji aliyê bîrdoziya azadiyê divê em vê xuya bikin.