Divê Rûsya li hemberî gelê Kurd deriyê felaketên nû veneke. Sedemên van gotinên me hene. Lewra rewşa Efrînê li holê ye. Rûsya, wê demê bi lihevkirina bi Erdogan re leşkerên xwe kişandin û ji bo êrişê qada hewayî vekir. Tirkiye bi dagirkirina Efrînê nesekinî. Encama dagirkeriyê ji bo Kurdan bû feleketeke rastî. Li wir qirkirina neteweyî hat kirin. Cihên dîrokî hatin talankirin. Talan û kiryarên dijmirovî didomin.
Dema dewleta Tirkî kiryarên dijmirovî dikirin, Rûsya daxuyaniyek jî neda. Ji sûcên hatin kirin re çav û guhên xwe girtin. Her wiha 2018’an ji bakur û rojhilatê Sûrî heyeteke fireh vexwendibu Soçî. Berî civînê bi rojekê bi dewleta tirkî re li hev kirin û herêma xweser derveyî pêvajoyê hiştin. Erdoganê faşît yê Sûrî dagir kirî li hemberî hikumeta Şamê hêza leşkerî birêxistin dikir. Piştre pêvajoyên Astana dest pê kir. Astana xizmeta dagirkeriya tirkî kir.
Îran, Rûsya û Tirkiyê di daxuyaniyên hevbeş de gotin, ’em piştgiriya yekîtiya siyasî û erdê Surî dikin.’ Li hemberî kê piştgiriya yekîtiya siyasî û yekbûna erdê Sûrî dikin? Bêguman li hemberî Kurdan û gelên bakur û rojhilatê Sûrî! Yên li ser vî erdî dijîn, welatiyên Sûrî ne. Weke Tirkan ji derve nehatine û Sûrî dagir nekirine. Her wiha ji bo yekbûna xaka Sûrî fedakariya herî mezin kirine û ser deh hezarî re şehîdên wan çêbûne. Ji bo mayîna îdareya Esed jî desteka herî mezin pêşkêş kirine. Em bifikirin ku bakur û rojhilatê Sûrî di destê DAIŞ’ê de bima, gelo rêveberiya Şamê dikariya li ser piyan bimîne?
Ya ev herêm paqij kirî QSD bû. Eger Rûsya û Îran tevlî şer nebûna û destek nedabûna, jixwe rêveberiya Esed nikariya hebûna xwe bidomîne. Tirkiyê ji destpêkê ve sînorên xwe ji rêxistinên weke DAIŞ û El Nusra re vekirin. Ya Sûrî xistî nava gerînekeke xwînê, Tirkiye bixwe bû û qaşo Tirkiye li hemberî yekbûna xaka Sûrî jî rêzdar e.
Eger Tirkiye ji bo yekbûna xaka Sûrî rêzdar be, çima artêşa xwe paş ve nakişîne û dagirkeriyê bi dawî nake? Ji bo dagirkirina herêmên Kurdan dibêjin me korîdora terorê parçe kir. Em ê ji Efrîn heta Dêrikê paqij bikin, bi milyonan koçberan bînin li wan herêman bi cih bikin. Li hember yekbûna siyasî û xaka Sûrî, ev çi rêzgirtine? Tuyê xaka welatekî din dagir bikî, guhertinên demografîk bikî û li gorî keyfa xwe tev bigerî, bi sedhezaran bi navê artêşa neteweyî ya Sûrî li hemberî artêşa fermî ya Sûrî rêxistin bikî û pişt re wê bêjî ez li hember yekbûna wî walatî rêzdarim.
Tirkiye Idlibê qet nîqaş nake. Dixwaze bide jibîrkîrîn û ji rojevê derkeve. Li wir rêxistinên weke El Nusra û hwd. bi salan e desthilatdariya xwe ava kirine. Bi dehhezaran hêzên wan yê çekdar hene. Cîhanê tevê ev rêxistin bi terorîstî pênase kirine. Lê ji bo Tirkiyê hebe nebe tenê Kurd in! Ew terorîst in û divê bên tinekirin. Cîhan tev dixwaze li Sûrî şer biqede, çareseriyek siyasî pêş bikeve. Erdogan dibêje; ‘min berdin ezê herim wir belav bikim’.
Rêveberiya Rûsya jî bi vê rêveberiya faşîst û dagirker re ku ji bo Kurdan senaryoyên felaketan amade dike, bazarê dike.
Berî civîna Tehranê hin derdoran nirxandin dikirin. Yên digotin ji bo tesfiyekirina Rojava Tirkiye û Rûsya li hev kirin, ne kêm bûn. Dihat gotin, wê biryar piştî hevdîtina Îranê pêş bikeve.
Wisa tê dîtin ku Îranê dagirkeriyeke vekirî nepejirandiye. Lewra ciyê ku Tirkiye dixwaze dagir bike dernekeve. Lê tirkî çeteyên xwe yên çekdar û Ixwanî amade dike, bi rêxistin dike. Ev ji bo rêveberiya Şam û Îranê gefeke eşkere ye. Ew ne li dijî lêdan û lewazkirina Kurdan in. Lê Tirkiyê ev ji xwe re bes nedît. Şopa Pûtîn berneda û 5’ê Tebaxê çu Soçî. Li wir jî bazara li ser Kurdan û herêma xweser dewam kir. Wisa xuya dike ku, şehîdkirina fermandarên QSD’ê û kadroyên pêşêngên gel, li wir hatiye pejirandin. Lewra piştî hevdîtina Tehran û Soçi êrîşên Tirkiyê yên bi balafirên keşfê zêde bûn.
Li hemberî êrîşên Tirkiyê ne ji Îran ne ji Rûsya heta niha ti bertek yan jî daxuyanî nehatine. Eger Tirkiye destekê negire nikare êrişên wiha bike. Lewra artêşa Sûrî li ser sînorê Tirkiyê bi cih bûye. Rûsya ji wir dişopîne. Qada hewayî jî di binê kontrolê Rûsya de ye.
Em vê rastiyê careke bînin ziman; di cîhanê de tişta herî zalimane û neheqî, li ser çarenûsa gelekî dijminên wî bazarkirina wan û biryardayîna wan e. Mixabin li ser Kurdan ev bazar tên kirin. Rûsya, berî van hevdîtinan pirsa nêrîna Kurdan nekiriye. Li ser encama hevdîtinan jî ti agahî nedane. Me heman rewş di civîna NATO de jî dît. Erdogan Rojava û Kurd xistine rojeva NATO. Li ser endamtiya Swêd û Finlandiya hinek tişt sepandine. Hem Swêd hem jî Finlandiya pêwîstî nedîtin daxuyaniyekê bidin Kurdan. Sekreterê gîştî yê NATO weke berdevkê Erdogan daxuyanî dida.
Divê êdî Rûsya faşîstekî weke Erdogan neke belaya serê gelan. Erdogan di hundir de pir tengav bûye. Ev demeke dirêj e li hemberî gerîla êrîşên giran dike. Lê ji ber berxwedana gerîla nikare encamê bigire. Dixwaze netewperestiyê bi kar bîne û biçe hilbijartinan. Ji ber wê pêwîstiya wî bi şerekî, derew jî be bi serkeftinekê heye.
Ji ber wê em ji Rûsya re dibêjin nebe şirîkê senaryonên felaketên li dijî Kurdan tên amadekirin. Divê Îran û Rûsya bi Erdogan re mijara ka kengê artêşa xwe ji Sûrî bikişîne û kengê dagirkeriyê xelas bike biaxivin. Eger em bala xwe bidinê Tirkiye nabêje ka wê kengê dagirkeriyê xelas bike û artêşa xwe bikişîne. Yekbûna siyasî û yekbûna erdê Sûrî bi yekbûna bakur û rojhilatê Sûrî bi rêveberiya Şamê re û bi dawîkirina dagirkeriyê, pêkan e. Divê yên weke Rûsya giraniya xwe bidin ser vê mijarê.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî