NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku duh di necama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li gundewarê navçeya Amûdê şehîd bûn, aşkara kir.
Daxuyaniya QSD‘ê wiha ye:
“Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Jîngehan, navendên xizmetguzarî yên sivîl û saziyên stratejîk bi hemû cureyên çekên giran, topavêj û balafirên bêmirov dike hedef.
Dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina êrîşên xwe armanc dike ewlehiya herêmên me têk bibe û şêniyan bitirsîne.
Lê şervanên me li hemû eniyan, berxwedaneke dîrokî li hember dagirkeriyê û çeteyên wê nîşan didin. Bi xwîna xwe destanên lehengiyê xêz dikin.
Di vê çarçoveyê de, duh êvarê 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek de li dijî nuqteyekê li herêma Amûdê şehîd bûn.
Destpêkê em sersaxî ji xwe û ji malbatên her 5 şehîdan re dixwazin. Em soz didin wan ku tola şehîdan hilînin û heta pêkanîna xewn û hêviyên wan ku ji bona wê şehîd bûne, dê şopdarên rêya wan bin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Baran Amûdê
Nav û paşnav: Ehmed Mihemed Qafûr
Dayik: Qedriye
Bav: Mihemed
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, gundê Tiwîz 2004`an
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Nasnav: Demhat Amûdê
Nav û paşnav: Seed Rêzan Xelîl
Dayik: Suad
Bav: Rêzan
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, gundê Ehniye, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Nasnav: Şoreş Dirbêsiyê
Nav û paşnav: Mahir Rakan El-Mixlif
Dayik: Zehra
Bav: Rakan
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Qamişlo-gundê Suleyma, 2003`ê
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Nasnav: Ronî Can
Nav û paşnav: Mehmûd Ehmed Mislet
Dayik: Sureya
Bav: Ehmed
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, 2000
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan
Nasnav: Baz Amûdê
Nav û paşnav: Welîd Hemîd Hemê
Dayik: Alya
Bav: Hemîd
Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, 1999`an
Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan.”