NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Îbrahîm Yildirim ên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya nivîsandina li ser dîwaran a berfireh li darxistin. Çalakiya ku ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hatî li darxistin bi daxuyaniyekê hate eşkere kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Milîsên Îbrahîm Yildirim ên HBDH’ê ve hatî dayîn hate gotin; “Me di şeva 14’ê Tebaxê de li taxên Asirlik û Karabaglar’ê çalakiya nivîsandina li ser dîwaran a berfireh li darxist.”
Heman demê de hate gotin ku li ser dîwaran ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan nivîs hatin nivîsandin.
Di daxyaniyê de hate diyar kirin ku têkoşîna Pêngava 15’ê Tebaxê an jî Cejna Vejînê, di dîroka têkoşîna gelê Kurd de hêzeke nû ya bê hempa afirandiye û wiha domandin; “Ev hêz bi şoreşa yekbûyî mezin dibe, şer dike û bi ser dikeve. Têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî ya ku ji faşîzma AKP-MHP’ê hesab dipirse û li her qadê têdikoşe ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku her kesê zerar daye gelê Kurd û çanda wê ve, wê bê hesab neyê hêştin û gotin; “Polîtîkayên dagirkerî û mêtingeriyê, qetilkirinên mirovên me di zindanan de, lêdana karkeran li kolanan û hwd wê yek ji wan bê hesab nemîne. Bi vê zanabûnê di serî de emê hesabê hevalên xwe yên li zindanan li berxwe didin bipirsin. Di zindanên desthilatdariya faşîst de meşandina têkoşîna mafdar a gel tê wateya zindankirina faşîzmê. Emê pirsîna hesabê Îbrahîm Yildirim û gelek şoreşgerên ku faşîzmê ew xistine zindanan bidomînin. Em çalakiya xwe ya li Bursayê ku tê de gardiyan hatin hedef girtin tînin bîra faşîzmê! Ger hûn êşkence, çewisandin û nêzîkatiya keyfî li ser girtiyan bidomînin, rûyê dawî yê ku hûn bibînin wê rûyê me be.”