NAVENDA NÛÇEYAN – Di rojên borî de Dezgeha Îtleat ya Supayê Pasdaran a Îranê li Mihabadê bangî malbata Hevserokê Berê yê KODAR û Endamê Rêveberiya PJAK’ê Rêzan Cawîd kirine û lêpirsîn di gel wan de kirine. Her wiha hat gotin Îtleatê rê nedaye merasîma sersaxiyê ji bo Şehîd Rêzan Cawîd were danîn.
Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand roja 13’ê Tebaxê berpirsên ewlehiyê yên Mihabadê zext li ser dayîka Şehîd Rêzan Daye Fatme Suhrabî û birayên wî kirine da ku li ser çapemeniyê berpirsyartiya şehadeta kurê xwe bixin stuyê PJAK’ê de. Lê malbata Şehîd Rêzan Cawîd vê daxwaza Îteatê red kiriye.
Ji ber astengiyên li pêş merasîma sersaxiyê û zextên hêzên ewlehiyê, roja 15’ê Tebaxê malbata Şehîd Rêzan neçar maye bi awayek demkî ji mala xwe derkevin.
Di çend rojên borî de Dezgeha Îtleat a Supayê Pasdaran li Mihabadê çend kesan bi behaneyaku tevlî merasîma sersaxiyê bûne binçavkirine û lêpirsîn di gel wan de kirine.
Hevserokê Berê yê KODAR û Endamê Rêvberiya PJAK’ê Rêzan Cawîd di roja 6’ê Tebaxa 2022’yan de li bajarê Qamişlo di encama êrişek hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.