NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê bi daxuyaniyekê diyar kirin, çalakiyên wan yên ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê didome û gotin; “Guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxa 1984’an de li Dihê hat avêtin, ne tenê ji bo gelekî, di şexsê tevahî jinan de li dijî koletiyê ya li Rojhilata Navîn hate teqandin. Li dijî cîhana ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve tê bi rêvebirin, bi rihê 15’ê Tebaxê re rihê vejîn û zayîna azadiyê hate afirandin.”
Têkildarî çalakiyên ku hatine li darxistin însiyatîfê ev daxuyanî da;
“Yekîneyên me di 15’ê Tebaxê roja Cejna Vejînê de li taxên Eskî Kişla, Mezalîk, Orman, Cûmhûriyet, Esentepe, Gungor û Kanî Haydar ên Geverê bi awayek hemwext fîşekên hewayî hatin teqandin û li ser kolanên qelebalix lastîk hatin şewitandin. Di van pîrozbahiyên ku bi pêşengiya yekîneyên me hatin destpêkirin de, gel derket derve li dora agirê azadiyê bi saetan govend gerand û dirûşme berz kirin.
Tax û kolanên me yên qelebalix heta saetên sibehê ji aliyê yekîneyên me ve hatin kontrol kirin. Divê herkes vê bizane; Li dijî her êrîşa dagirkeriyê, yekîneyên me her tim amade ne ku parastina taxên xwe û gelê xwe bikin.”