RIHA – Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinê ya Jiyanê beşdarî nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar ku ji bo 3 ferdên malbata wan di êrîşa parêzvan û xizmên Parlametnerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hatibûn qetilkirin bû.
Malbat ji bo edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê Nobetê digire. Nobet ket roja 528’emîn. Dayîk û kurê wê wek her roj vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û li cihê xwe yê her roj dest bi nobetê kirin. Îro endamên Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinê ya Jiyanê piştgirî dan çalakiya malbatê.
Endama Komeleyê Serpîl Geyîk têkildarî daxwaza edaletê ya malbatê axivî û wiha got: “Me jî xwest em piştevaniya nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bikin. Ji bo em jî bibin dengê qêrîna edaleta malbatê, li vir in. Meh û sal derbas bûn, lê hê jî tiştek neguheriye. Lê em di wê baweriyê de dê rojek edalet pêk were. Em wek jinên hatine piştevaniyê dibêjin êşa dayîka Emîne êşa me ye. Emîne Şenyaşar li cihek feodal wek Rihayê li ber deriyê edliyeyê disekine. Em wek jinan her dem li gel dayîka edaletê ne. Emê îro li gel malbatê nobetê bigirin.”