ENQERE – Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û rewşa girtiyên nexweş jî giran dibe. Girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, bi raporên “dikarin di girtîgehê de bimînin” ên Saziya Tipa Edlî (ATK) nayên berdan. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
Bi taybetî piraniya girtiyan bi pençeşêrê ketine, piraniya rojên hefteyê li nexweşxaneyê ne, lê dîsa jî nayên berdan. Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku zêdetirî 2 hefte ye li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dişkapi ya Yildirim Beyazît a Enqereyê tê derman kirin jî nexweşê pençeşêrê ye. Di loba rastê ya kezebê wî de kîsta 12-16 cm heye û di encama biopsiyê de hat tespît kirin ku hem li gor rapora patolojiyê hem jî li gorî rapora radyolojiyê nexweşê penceşêrê yê qonaxa 4’emîn e û penceşêra lê peyda bûye li organên wî yên dûrî kezebê belav bûye.
Kaynar ku di sala 2015’an de bi hinceta ku endamê “Komîsyona Edaletê” ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê bûye hatiye girtin û di sala 2017’an de hatiye berdan. Nexweşê pençeşêrê Kaynar ê 73 salî, di Nîsana 2021’ê de ji ber cezayê muebedê lê hatibû birîn, dîsa hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê. Çendî nexweşîna tansiyona bilind, prostat, romatîzma, nexweşiya çerm, şekir û hwd. pê re heye cardin jî nayê berdan û niha ji ber pençeşêra kezebê li berxwe dide. Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê muebeda giran ê li Kaynar hatibû birîn xera kiribû, parêzerên wî ji bo berdana wî serî li dadgeha li Îdirê dabûn. Lê belê hê jî dadgeha herêmî serlêdana parêzeran ne bersivandî ye.