NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Şerê nû yê li Rojhilata Navîn ku di bin hegemonya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Yekîtiya Ewropayê (YE) de tê meşandin, çawa dikare bi encam bibe? Gelo wê hîn berfireh û girantir bibe? Hêzên hegemon wê karibin herêmê biterikînin? Eger biterikînin an jî neterikînin divê mirov li benda çi bin? Eşkere ye ku bersiveke zelal ji van pirsan re nikare bê dayin. Lê belê diyar e ku em di qonaxeke cuda ya dîrokî de ne.
Şensê serketinê yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin nîne ku DYE dixwaze bixe rojevê. Ev proje ji xwe xwe dispêre netewe-dewletê. Gelek projeyên bi heman rengî Rojhilata Navîn hîn bêhtir tevlîhev kiriye. Rewşa ku projeya dawî rê li ber vekir, ji yên beriya niha cudatir nîne. Heta ku mejiyê netewe-dewletperestiyê ji holê neyê rakirin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji tengavî û pirsgirêkan rizgar bike, nikare pêşî li şer bigire. Hem Yekîtiya Ereban, hem jî Konferansa Îslamê ji ber ku bi heman mejiyê netewe-dewletê hatine seqet kirin, di pirsgirêkan de nebûna hêza çareseriyê. Heta ku rêxistinî û mejiyê heyî neyê çareserkirin, şensê wan ê çareseriyê jî nîne.
Di serî de Efganistan, Iraq, Îran, Sûriye-Lubnan, Îsraîl-Fîlîstîn asta tengaviya siyasî ya li welatên Rojhilata Navîn, nêzîkatiya me piştrast dike. Hemû dewletên herêmê çi biçûk çi jî mezin, çi bi navê netewetiyê, çi jî bi navê olperestiyê, hemû bûne sîxurên kufikî yên modernîteya kapîtalîst, ji bilî rola fîguraniyê ti roleke xwe nîne.
Ti çareseriyeke hêzên modern jî nîne ku pêşkêş bikin. Ew bi xwe avakerên sîstemeke bi krîz û bi pirsgirêk in, ku di rewşeke bi vî rengî de wê çawa karibin bibin hêza çareseriyê? Krîza fînansî ya heyî bi aliyên xwe yên avanî û global xitimî ye. Di rewşeke wiha de wê çawa karibe ji pirsgirêk û krîzên li Rojhilata Navîn re çareseriyê bibîne, ku bingeha van pirsgirêkan digihêje sedan salî û ji ber modernîteyê hîn girantir bûne. Sîstemeke ku tenê bi kaxizên ferazî û hejmaran dilîze û bi deh qatan ji hilberîna heyî ya cîhanê bêhtir didize (salê nêzî 600 trîlyon dolar), li şûna çareseriyê tenê dikare rêya cehenemê nîşan bide.
‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ rastiyeke û navenda wê bi giranî cografya û çanda Rojhilata Navîn e. Bûyerên li Iraqê diqewimin bi tena serê xwe nîşan didin ku ev şer ne tenê li ser welatekî ye, pêwendiya xwe bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk ên cîhanê heye. Ancax Îran bi temamî hate bêbandorkirin, Efganistan û Iraq bêne aramkirin, Çîn û Latîn Emerîka ji gefbûyînê bêne derxistin, hingî ev şer dikare bi dawî bibe. Lewma em hîn di dema navîn a şer de ne. Ji aliyê zanistiya civakî ve gotina tiştekî zelal ne rast jî be, ev şer herî kêm deh salên din (Planên stratejîk ên dawî yên NATO’yê jî pêvajoyek ji deh salan datîne ber xwe) dikare dewam bike. Carna wê bi dîplomasiyê, carna jî bi tundiyê tê meşandin. Bi krîzên aboriyê yên bi kontrol û tund dest li rojevê bê werdan. Rojevên sereke ji bo herêman wê bêne guhertin, lê belê şer wê bi giştî li gelek qadan biqewime. Dema ku ev bingeha xwezayî ya şer bê nirxandin, wê baştir bê fêhmkirin ku operasyona 1998’an a li dijî min çima di asta navneteweyî de hate meşandin û çima NATO operasyona herî mezin a Gladîoyê ye. Bêguman di şerê mezin de hêzên hegemonîk timî bi ser nakevin, gel jî karin gelek tiştan bi dest bixin. Hêzên hegemonîk di asta sîstemî de dikarin winda bikin, gel jî di asta sîstemî de dikare bi ser bikeve.
Yek ji felaketên herî mezin ên ji ber netewe-dewletperestiyê rû da, li xeta Efganistan-Pakistanê qewimî. Li gel vê yekê pirsgirêka Keşmîrê jî bi temamî ji ber netewe-dewletiyê ye. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistan, Pakistan-Bangladeş ji ber heman mejiyê neteweperestiyê rû dan û hîn jî dewam dikin. Netewe dewlet li gorî xwezaya xwe, ne çareserî û aştiyê, lê belê neçareserî û şer diafirîne. Mînakên şênber ên vê yekê, vê rastiyê radixin pêş çavan.
Çi bi rêbaza olperestiyê çi jî bi rêbaza neteweperestiya laîk be, heta ku mejiyê netewe-dewletperestiyê dewam bike, civak nikarin xwe ji belavbûn û şer rizgar bikin. Îslamiyet a ku îdîa dikin gelekî dilsozê wê ne, weke îdeolojiyeke terorê pêşkêş dikin û vê kevneşopiyê neyînî dikin. Tevî ji bo Îranê ji bo vê cografya berfihreh, di asta herêmî de bi rengekî zikhev divê yekîtiyên neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn bêne afirandin. Bi taybetî jihevketina netewe-dewletên mîna Pakistanê, nîşan dide ku alternatîfa herî guncaw projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk a li Rojhilata Navîn e.
Li Iraqê li şûna netewe-dewletekê bi sê yan jî zêdetir netewe-dewletan, li Fîlîstînê bi dewletên ku niha bûne sê, li Efganistanê bi dewletên biçûk ên bi qasî hejmara eşîrên lê, hewl didin çareseriyê bikin. Bi zêdekirina hejmara desthilatdarî û elîtên dewletê, ku bi xwe bar in, ji bilî zext û mêtingeriyê encameke cuda bi xwe re nînin. Ev jî tê wateya pirsgirêkên civakî û şer. Eger çareseriya neteweya demokratîk a Şoreşa Kurdistanê bi rêveberiyên konfederal û avakirina otorîteyên demokratîk bê bisazîkirin, ev model dikare ji girêka kor a desthilatdariya bi hezaran salî û nexweşiya dewletperestiyê ya li Rojhilata Navîn re çareseriyeke bingehîn peyda bike. Pêwîstiya gel û çanda Rojhilata Navîn bi otorîteya demokratîk heye.
Di çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî de sîwana Yekîtiya Neteweyan a Demokratîk divê ji niha ve bê avakirin. Dewletek bi tena serê xwe nikare pirsgirêkên heyî çareser bike. Her wiha reva ji yekîtiyê jî tê wateya neçareseriyê. Netewe-dewletbûna Kurdistanê ji bo Kurdan nikare weke pêşketineke şoreşgerî bê pênasekirin. Tenê wê pirsgirêkeke girantir li pirsgirêkên heyî yên herêmê zêde bike. Dewleta netewe ya Kurd a li Iraqê hate ceribandin, eger bi netewebûna demokratîk bê xemilandin hingî wê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn karibe bi roleke erênî rabe. Di rewşeke berevajî de wê ji pirsgirêka Îsraîl-FîLîstînê girantir pirsgirêkên giran biafirîne.
Çareseriya modela neteweya demokratîk, ji înkarkirina netewe dewletê bêhtir, dilsoziya bi çareseriya destûra bingehînî ya demokratîk ferz dike. Zewaca dewlet-demokrasî ya li Rojavayê Ewropayê ketiye nava hev, yekane modela çareseriyê nîne. Berevajî modeleke ku çareseriyê taloq dike. Modela ku divê li Rojhilata Navîn bê ceribandin, çareseriya destûra bingehînî ya demokratîk e ku hebûna neteweya demokratîk û xweseriyê ji xwe re dike esas. Di rewşeke berevajî de modelên yekîtiyê yên bêne afirandin wê ji Konferansa Îslamê û Yekîtiya Ereban (Konseya Dewletên Tirkî jî dikare lê bê zêdekirin) wê cudatir nebe. Yekîtiya Neteweyan a Demokratîk a ku neteweyên dilsozê sîstema destûra bingehînî ya demokratîk di nava xwe de ava bikin, bêguman wê bibe pêşketineke mezin.
Şoreşa Kurdistanê ji her demê bêhtir Şoreşa Rojhilata Navîn e. Netewebûna demokratîk a Kurd jî yekîtiya Neteweyan a Demokratîk a Rojhilata Navîn e. Wê demê rêya Şoreşa Kurdistanê ya ber bi gerdûnîbûnê, bi Yekîtiya Neteweyan a Demokratîk a Rojhilata Navîn dibe.