NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji dahorandinê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….
Salên 1990’î, weke me gotî salên we ne. Salên serî hildana miletê Kurdistanê ye. Salên ji cîhanê hesabxwestin û dîrokê hesabxwestinê ne. Weke miletek dizane çima winda kiriye, çima hewce dike ser bixe, sedemên windahiyan dizane û teqez wê ji holê rake, ji bo serkeftinê jî çi hewce dike bike, hemû cîhan we û me dibîne. Em jî dizanin ku, di dîrokê de şoreş hene. Mînak Şoreşa Îslamê heye. Vê şoreşê miletê Ereb, netewa Ereb ava kir û ji mirovahiyê re tîrêjek pêşveçûyî ronî kir. Ev heta roja me jî didome. Yek jî Şoreşa Fransa hemû Ewrûpa rakir ser piyan. Ev Şoreş niha jî miravahiyê ronî dike. Dîsa yek jê Şoreşa Rus heye. Ev Şoreş hêjî weke hêviya mirovahî didome. Xulase bandorên van şoreşan ên sedsalan bidomin hene. Niha jî Şoreşa Kurdistanê derdikeve ser dika dîrokê. Em yeqîn dikin, wê Şoreşa Kurdistanê jî, ev Şoreşa Mezin a Mirovahî jî bandorek bi qasî Şoreşa Îslamê, Şoreşa Fransa û Şoreşa Rusya ya Sosyalîst ava bike. Ber bi dawiya sedsala 20. ve, wê Kurdistan di sedsala 20. de bi şoreşê xwedî li mirovahî derbikeve û wisa temam bike.Xwestin me di vê sedsalê de bi temamî tine bikin. Emê jî dawiya vê sedsalê tam berovajî bikin û wisa bersivê bidin. Ev şoreşek mezin û wurşedare. Evîna vê şoreşê, dildariya vê şoreşê û hişê vê şoreşê dikare miletekê çil carî ji nû ve ava bike. Nexasim ger ev milet miletê Kurdistanê be, ev milet miletek ji agir be, ev milet miletek li lutkeyên çiyan sermayê nekarî biqerisîne û germahiyê nekarî bihelîne be, wexta xwe gihand şoreşa xwe, teqez dê cengawerî, egîdî û serkeftinek ku di cîhanê de ti miletî newêrî bike derbixe holê. Li ser vî bingehî wexta em dikevin nav pêşketinek dîrokî we silav dikin, em di zanebûna bilêvkirina rastiyekê de ne. Êdî ev ne xeyalek û hêviyeke. Dibe heqîqetek hêvî û xewnên me yên ku em her roj gav bi gav pêk tinin. Em li dîroka hemû mirovahiyê binêrin: Şoreşên mezin, milet û netewên mezin ava kirine. Em rizgariyek bê şoreş û bê şer naxwazin. Azadiyek ku bi destên cuda ji me re diyarî bê dayîn nabe. Emerîka, Ewrûpa, Tirkiye û hwd. Ji bilî zilm û mêtîngeriyê tiştek din nadin me. Her tiştî ancex em dikarin bi hişê xwe û destê xwe ser bixin. Vaye ev sal ji bo vê dibin salên miletê Kurdistanê. Salên 1990’î dibin salên we. Me partiya xwe di navbera salên 1970-1980’î de derxist holê. Me hewl da qevdek mirovên leheng derbixin holê. Ev salên zayîna partiya me bûn. Navbera salên 1970-1980’î, salên ji bo PKK we derbixe ser dika dîrokê û derfetê bide vê meşa îro ya azadiyê derketî holê bû. Salên di navbera 1980-1990’î de, salên 12’ê Îlona wî dijminê har ji bo me tine bike û ji dîrokê der bike, hemû cîhan jî kirî palpişta xwe bi ser me de hatî bûn. Dijmin di van salan de li zindanan îşkenceya ku nehatî dîtin ferz kir. Li çiyan beramberî pênc kesî hezar leşker areste kirin bela xwe ji me venekir û ji bo me tine bike her tiştê xwe danî holê. Lê dijmin tevî van kiryarên xwe yên zextê tevê, hedefa ku danî pêşiya xwe pêk ne anî. Partiya me bi berxwedanê kamil bû û li ser vî bingehî sala 1990’î amade kir. We jî dît, PKK’ya ku leheng-çelemgên mezin afirandî, PKK’ya ku xwedansoz, PKK’ya ku di dîrokê de çavkaniya yegane ya şanaziya Kurdistanê ye, PKK’ya ku hiş, rêxistinbûn û berxwedaniya vê ya mezin pêk anî, dikare pêşengiya we bike. Bi vî rengî hûn jî dikarin xwe sipartina PKK’ê ve êdî rabin ser piyan.Êdî hûn vê dibêjin: Navbera salên 1990 û 2000’î, salên miletê Kurdistanê bi xwe ye. Salên ku miletê Kurdistanê di asta cîhanî de serkeftinê bidest bixê ye. We di sala 1990’î de gavek, di sala 1991’ê de jî gavek avêt. We êdî dît ku gaven ku destpêkê tirsonek bûn û zêde wêrekiya wan neyî jî, rê ji çi re vekirine. Derket holê ku ev dijmin, qet ne dijminek wisa ye ku mirov nekare beramber derbikeve. Bila dijmin qetil bike, ev ne girînge. Dijmin çiqas xwîn dirijîne bila be, em jî ewqasî dijîn, ewqasî pak dibin. Em qirêj û zenga hezar salî bi xwîna xwe pak dikin. We jî ev fêm kir. Berê em ditirsandin, digotin; “Emê wisa we tine bikin, welê tine bikin.” Ji ber rêber, dem xirab bû û miletê me jî ji bo xwe şer nedikir, ev wisa çêbû. Niha jî rêbertiyek rast, qonaxek baş û yekîtiya miletê Kurdistanê heye. Êdî dema axa û şêxên rêberên eşîran derbas bû. PKK bi temamî rêbertiyek ku ji bo miletê xwe rabûyî ser piyan, miletê xwe bi temamî serwext dike û bi wê re dimeşê ye. Ango rasterast hûn di meriyetê de
ne. Lewra em dibêjin, miletê ku wisa rabûyî ser piyan ne bi komkujî, ne bi tanq û top, ne jî bi firokan tê rawestandin. Hûn jî dibînin, hûn her roj dimeşin û çeperan bidest dixin. Em jî girêdayî vê dibêjin, salên 1990’î ji bo we destpê kiriye. Niha jî hûn derbasî sala 1992’an dibin. Ji bo sala 1992’an bibe ya we û ew polîtîkaya tinekirin û înkarê ya hêjî dijminê mêtînger jênevegeriyayî bi erdê re bibe yek, ger dewlet bixwaze em dikarin pirsgirêkên xwe bi siyasetê yan jî aştiyê çareser bikin. Lê ger vê bixwaze û dîsa hewl bide her tiştî bi şer çareser bike, emê jî dersa ku hêjayî wî ye bi şerek tund bidinê. Vaye ji bo hûn jî vê rastiyê şanî wan bikin, niha hîn saxlem dimeşin, ji bo serkeftinek xurt hebûn û tinebûna xwe ve datînin holê. Piştî ku we ewladên xwe yên herî hêja jî dan, tiştek we din ku hûn nedin nîne. Vaye em sala 1992’an û Newroza wê wisa pêşwazî dikin. Ji bo ji vê pêşwazîkirina mezin re em xwe amade dikin û bihevre ne pir bextewarin. Ji ber karên em bikin hene. Rojên wisa her tim nayên pêşiya me. Salên wisa, her tim weke salên em bikarin çarenûsa xwe diyar bikin nayên pêş me. Her tim firsendên wisa çênabin. Lewra em dibêjin, madem me evqasî xwîna şehîdan da, em evqasî bûn govanê serûbinbûnên di cîhanê de rû dayîn, madem me dît em dikarin bi ezmûnên xwe ve hinek tiştan bidest bixin, nexwe em weke salek me nêzî
serkeftinê bike û rake ser piyan li vê salê binêrin û mafê wê jî temamî bidin. Vêca emê çawa mafê vê salê bidinê? Me bi we re pir sohbet kir. Me her tim hewl da rastî û peywirên we miletê me yê hêja ronî bikin. Dîsa jî xulase jî be em destnîşan bikin.Em tam beşdarî serhildanan bibin. Serhildan şerê we ye û jixwe hûn tevlî bûne dimeşin. Lê ji bo hîn zêdetir, mezintirîn û ya xurtir kirinê karên hûn bikin hene. Partiya me biryarê dide, gerîla jî di vê mijarê de di nava amadekariyek pêkanîna mezin ya para xwe dikevê de ye. Lewra em jî dibêjin, ji bo em bikarin vê
salê bi hişek mezin, plan û rêxistinbûnek mezin pêşwazî bikin, ji bo tevahî wan îdîayên dijmin ên êrîşkariya sexte û ditirsîne vale derbixin, ger wêrekî hewce dike wêrekî, fedekarî tê xwestin fedekarî, dua tê xwestin dua, kurtasî her mirovê ku ehda wî heyî çi dikare bike ve emê, bi ser wê polîtîkaya bêxêr a dijmin de biçin.Dibe ku pir xwîn bê rijandin, ev ne tişteke. Me her tim got: Em ne ji pir rijandina xwînê, ji rawestîna wê ditirsin. Emê çi ji vê jiyana dojehê û jiyana bi lenet bikin? Emê çi ji vê jiyana ku ji bo her kesî û her tiştî xizmetê dike, ji her kesî re karkeriyê dike, leşkertiyê dike û evd û kole bikin? Lewra em dibêjin; “Dê rihê me biçe û xwîna me birije” û hewce nake weke berê em xwe bi jiyanek sexte ve girê bidin. Ger ev xwîn, ji bo ji vê rewşa lenetî rizgarbûnê be bila birije. Berê di vê mijarê de digotin; “Ji gunehê xwe rizgarbûn ketina sewabê yan jî ji jiyana heram rizgarbûn ketina nav jiyana helal.” Bi rastî jî ya me jî hinekê wisa ye. Ji bo hewce dike em derbasî jiyana bi namûs û jiyana serbilindî bibin.Beriya her tiştî emê çi li vê jiyana ku daneya xapandin û dana tirsandinê ye bikin? Em pir hizirîn û nîqaş kir. Me ji vî dijminî re jî pir tişt gotin. Madem me bi hezaran salan bi hev re jiyan kir, em bira ne, vêca mirova vê çawa ji birayê xwe re rewa dibîne? Ev çi biratî ye, her tiştî ji bo xwe dikin? Qaşo azadiyê didin zimanê me. Ev çi azadî ye, ne ti kes dikare bawer bike û ne jî dizane dê siberojê çi bê serî? Ev çi azadiye, kontraya wî di meriyetê de ye û dibêje; “Ger em PKK’ê biqedînin, emê şanî we bikin çi ji we jîbikin.” Ev çi siyaset û azadiye ku, her tiştî datînin holê û dibêjin; “Em yên rê ji vê re vekirine tine bikin, paşê jî hev bibînin.” Ew siyasetmedarên qaşo ji xwe bawer û fêlbazin û dewleta wan ji hevdîtinan fêm nakin. Ji mijaran bi awayek siyasî çareserkirinê fêm nakin. Hezar salin bi xapandinê bikar anîne, niha jî dixwazin heman tiştî berdewam bikin. Dijmin an dîlawerek pir ji xwe bawere, yan jî sextekarek pir çavsore. Her wiha dihizire ku pirsgirêkê weke berê bi hêza çors çareser bike, cara dawî jî be bi temamî kirine serê xwe me biqedînin.
wê berdewam bike….