MEXMÛR – Şehîd Bêrîvan Zîlan li Wargeha Penaber ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), di pêşengtiya Saziya Malbatê Şehîdan, bi tevlîbûna dehan ji şênî û saziyên ku li Wargehê hene, bi merasîmekê hate bi bîranîn.
Îro danê nîvro di saet 15:00’an de li Wargeha Penaber ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna şehîd Bêrîvan Zîlan li ber deriyê Saziya Malbatê Şehîdan kona sersaxiyê hate vegirtin. Ji kesên ku beşdarî merasîmê bûne Sultan Yildistan û jina ciwan ya bi navê Nûdem Tunç ji ajansa me re axivîn.
‘Şehîd Bêrîvan li dijî faşîzmê xeta azadiya jinê misoger kir’
Destpêkê jina ciwan ya bi navê Nûdem Tunç axivî û diyar kir ku xeta Şehîd Bêrîvan Zîlan, Xeta têkoşîna azadiya jinê ye û wiha got; “Heval Bêrîvan Zîlan, di xwe de kesayeta jina azad û kesayeta Bêrîtanan ava kiribû. Şehîd Bêrîvan ji bo tevahî jinên Kurdistanê berxwedaneke bê hempa da meşandin û bi vê yekê gihîşt şihadetê. Heval Bêrîvan li dijî dewleta Tirk ya faşîst ku dixwaze nasnameya jina azad ji holê rabike, bû xeteke azadiyê. Şehîd Bêrîvan bi kesayeta xwe xwast xeta azadiya jinê bide ava kirin û da ava kirin jî. Ger îro em weke jin û bi taybet jinên ciwan xwedî nasname ne, ew bi saya têkoşîna şehîd Bêrîvan Zîlan e.”
‘Şehîd Bêrîvan bû bersiva komkujiya geliyê Zîlan Agiriyê’
Her wiha berdevka Saziya Malbatê Şehîdan ya Mexmûrê Sultan Yildistan jî destnîşan kir ku şehîd Bêrîvan bi tevlîbûna nava Tevgera Azadiya Kurdistanê re, tola şehîdên komkujiya Geliyê Zîlan û Agiriyê rakir û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Îro me ji bo bîranîna şehîd Bêrîvan Zîlan tûreneke leşkerî çêkir. Bi rastî jî şehîd Bêrîvan pêşengê jina azade ku 31 sal e, bi tevlîbûna xwe ya şoreşê re, ji bûna jinê têkoşîn kir û bi vê yekê gihîşt şihadetê. Mirov dikare bêje, şehîd Bêrîvan hêrsa li dijî dewleta Tirk jiyan dikir û ji bo tolhildana şehîdên komkujiya Zîlan û Agiriyê tevlî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Li hember êrîşên dewleta Tirk ya dagirker hem siyasî û hem jî leşkerî berxwedaneke bê hempa nîşan da.”
‘Kesayetên weke Bêrîvan ji me re nirxên gelek mezin ava kirin’
Heman demê de Sultan Yildistan axaftina xwe bi bangawaziya li jinan domand û got; “Îro bi rihê heval Bêrîvan Zîlan, lazime jinên Kurd xwedî li nasnameya xwe ya azad derbikevin, xwedî li Kurdiyatiya xwe derbikevin û xwedî li nirxên şehîdên xwe derbikevin. Kesayetên weke şehîd Bêrîvan Zîlan ji me re pir nirxên mezin ava kirin. Lazime em keda şehîdên xwe nexwin û xwe li ser nedin jiyan kirin. Em li wan û nirxên ku dane ava kirin xwedî derbikevin. Bi hezaran jinên Kurd yên weke Bêrîvan ji bo hebûna gelê Kurd xwe dane ber şihadetê. Ji ber vê jî emê ala şehîdên xwe heya serkeftinê bilind bikin. Wekî dayîk û weke ciwan jî divê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin.”
NC// Destîna Qendîl