RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 531’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û navçeya Dêrîka Mêrdînê pêk hatin ev peyam weşand: “Ji welatiyên me yên duh di qezayên li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan re ji Xudê rehmet, ji malbatên wan û hemû gelê me re sebir dixwazim.”