KOBANÊ – Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran kesên ji herêma Firatê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê li hev civiyan.
Endamên partiyên siyasî, malbatên şehîdan jî di nav de girseya gel li Qada Jina Azad li hev kom bû û bi meşekê li ber êrışên dewleta Tirk rabû.
Di çalakiyê de wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatin hildan û siloganên “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.
Piştî deqeyekê rêzgirtin Hevserokê Meclîsa Cihbicihkar a Rêveberiya Xweser ya herêma Firat Mihemed Şahîn axivî.
Şahîn destnîşan kir ku wan ji tunebûnê hebûn afirandine û got, “11 sal in Şoreşa Rojava ya azadiyê pêk hatiye. Bi derfet û îmkanên kêm, me ji tunebûnê hebûn afirand. Me gelek destketiyên pîroz ava kir.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze van destketiyan ji holê rake, lê ew ê heta dawiyê biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em soz didin gelê xwe ku emê têkoşîna xwe hertim bilind bikin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
Çalakî bi qîrîna siloganan bi dawî bû.