Selahattîn Erdem Nivîsandî….
Kurdan dest bi sala 39’an a Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê kirin. Sala 39’an a Cejna Gerîla û Vejînê ya Neteweyî li her qadê bi coş hate pîrozkirin. Bêguman pîrozbahî hemû bi pêşengiya jin û ciwanan hatin lidarxistin. Bi taybetî ciwanên Kurd ev cejna dîrokî ya ku bi xwe afirandine, bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Ji ber ku 15’ê Tebaxê ‘Rojeke Gerîla’ û ‘Cejna Gerîla’ bû. Gerîla jî ji aliyê ciwanên Kurd ve weke rêxistineke ciwanan a îdeolojîk, bi dîsîplîn û lêdanê hate avakirin.
Eger em dîroka azadiyê careke din bînin bîra xwe; Rêber Apo beriya her tiştî weke rêberekî ciwanan gav avêt. Hem ciwan bû, hem jî di nava ciwanan de karê zanekirin, birêxistinkirin û çalakiyê dimeşand. Koma pêşeng a ku PKK afirand, bi esasî komeke rewşenbîr-ciwanan bû. Lewma PKK bi esasî weke partiyeke ciwanan ava bû. Ji ber ku pêşengiya partiyê di nava gerîla de şênber kir, her tim weke partiyeke ciwanan ma û têkoşiya.
Rêxistiniya destpêkê ya fermî ya Tevgera PKK’ê ‘Yekîtiya Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê’ bû. Ji sala 1977’an heta bi avabûna partiyê bi vî navî xwe bi rêxistin kir û têkoşiya. Piştî ku partî ava bû, weke rêxistiniya destpêkê ya girseyê berê xwe da birêxistinkirina ciwanan. Eger bi darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î pêşî lê nehatibûya girtin, baskê rêxistinbûyî yê karên partiyê wê dîsa rêxistiniya ciwanan bûya. Ji xwe piştî Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, dema ku dest bi birêxistinkirina ERNK’ê kir, bi rêxistiniya jin û karkeran re rêxistina destpêkê ya girseyê ‘Yekîtiya Ciwanên Welatparêz Şoreşger ên Kurdistanê’ bû.
Zêdeyî ji sedî 90 ê kadroyên avakar ên PKK’ê, ji nava ciwanan dihatin. Nêzî temamiya kadroyên ku derketin derveyî welat, li qada Lubnan-Fîlîstînê perwerdeya gerîla dîtin û vegeriyan welêt, ciwan bûn. Lewma Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an bi esasî pêngaveke ciwanan bû. Gerîla ku destpêkê bi navê HRK’ê, piştre jî bi navê ARGK’ê xwe bi rêxistin kir bi esasî rêxistiniyeke ciwanan bû. HPG û YJA Star jî ku pêşengiyê ji berxwedana li dijî komployê dikin, weke rêxistineke ciwanan ava bûn.
Rêber Apo dema ku dest bi pêngavê kir 24 salî bû. Dema partî ava kir 29 salî bû. Şehîdê destpêkê yê mezin ê PKK’ê Hakî Karer dema ku Rêber Apo nas kir 22, dema şehîd bû 27 salî bû. Mazlûm Dogan dema şehîd bû 27, Mahsûm Korkmaz dema şehîd bû 29 salî bûn. Yanî temamiya yên ku PKK ava kirin, temsîl kirin, şehîd bûn û yên fermandarî jê re kirin, ciwan bûn.
Di nava PKK’ê de her tim sembolên ciwanan derketin pêş. Mînak ji bo dema destpêkê, Stêrka Sor a Berxwedana Zindana Amedê Alî Çîçek bû. Alî Çîçek dema ku hate girtin û şehîd bû, hîn nebûbû bîst salî. Yê ku di nava gerîla de ji bo ciwanên Kurd bû mînak û sembol Hogir Mardîn bû. Rêber Apo ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê Huseyîn Çelebî weke sembol ragihand. Huseyîn Çelebî li Ewropayê demeke dirêj gelek karên hêja kir û piştî ku perwerdeya Rêbertî wergirt tevlî nava refên gerîla bû, li Heftanînê şehîd ket. Leyla Şaylemez jî ya ku 9’ê Çileya 2013’an li gel hevrê Sara li Parîsê hate qetilkirin, ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê bû semboleke mînak.
Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku niha ketiye sala 39’an, bi esasî pêngaveke ciwanan e. 38 sal in ciwanên Kurd xwe li ser xeta Apoyî perwerde dikin, dibin gerîla û li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê li dijî artêşa Tirk bênavber şerê azadiyê dikin. Di vî şerî de bi hezaran, bi deh hezaran ciwanên leheng şehîd bûn. Ciwanên Kurd xwedî ewqas lehengên bênav û sembol in. Di nava şerê gerîla de yê têk naçe, ciwanên Kurd bûne leheng û gelekî dînamîk bûne.
Eşkere ye ku di nava şerê 38 salan de ciwanên Kurd zane bûne, bi rêxistin bûne û di nava têkoşînê de pijiyane. Ev ciwan îro li çar aliyên cîhanê dibin mînak ji hevtemenê xwe re. Ji bo hemûyan dibin coş û kelecan. Bûne navendek kuk ber bi xwe ve dikişînin. Bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin pêşengiyê ji lêgerîna li cîhaneke nû re dikin.
Gerîlayên ku di sala 39’an de di asta pêşengiyê de şerê gel ê şoreşgerî dikin, bêguman rêxistiniyeke ciwanan e, bi pêşengiya ciwanan tevdigere. Gerîlayên bi pêşengiya Zap, Avaşîn û Metînayê şer dikin, hemû ji ciwanên Kurd pêk tên. Bi têgihiştin û dersên ji tecrûbeya mezin a şerê 38 salan, dikeve sala 39’an. Bêguman di sala 39’an de wê bi ruhê serketinê û pêngavê yê 15’ê Tebaxê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezin bi dest bixin. Bêguman mîna heta niha hate kirin wê ji niha û pê ve jî ev yek ji aliyê ciwanên Kurd ve bê kirin.
Baş e wê vê çawa bike, wê vê wezîfeya dîrokî çawa bi ser bixîne? Bêguman beriya her tiştî ji tecrûbeya mezin a şerê 38 salan dersên dewlemend werbigire û vê yekê derbasî sala nû ya têkoşînê bike. Wê xwe bi dersên şerê dîrokî xurt bike û berê xwe bide pratîka şer. Ya duyemîn jî wê paradîgmaya modernîteya demokratîk a Rêber Apo rast fêhm bike û bi taybetî xeta parastinê ya vê paradîgmayê têbigihêje, fêhm bike. Wezîfeyên şoreşgerî hemû li pêşiya ciwanan jî bin, bi esasî wê ti carî ji bîr neke ku parastina gel û welat di bin berpirsyariya wan de ye. Ya sêyemîn wê rêbaz, uslûb û tempoya têkoşînê ya Rêber Apo fêhm bikin û di pratîkê de bi rengekî afirîner bi cih bînin.
Ciwanên Kurd ên îroyîn dikarin van hemûyan bikin? Bê guman ew dikare. Lê ji bo vê jî divê hin mercan pêk bîne. Pêşî wê bizanibe ku li hemberî êrîşên modernîteya kapîtalîst û şerê taybet xwe çawa biparêze. Ya duyemîn jî, wê paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku Rêber Apo û xeta wê ya têkoşînê pêşxistiye di xwe de cewherî bike, ango xwe di xeta Apoyî de perwerde bike. Ya sêyem, ew ê dersên şerê mezin ê azadiyê ya 38 salan bi kûrahî bigre û dawerîne kesayeta xwe, ango wê şoreşa kesayetiyê pêk bîne. Ya çarem, wê xeta lehengî û fedayî ya şerê mezin ê 38 salan, wêrektî û fedakariya ku di nava xwe de dihewîne di xwe de cewherî bike. Herî dawî wê bêyî ku xwe li astengî û hincetan bigire ber bi refên gerîla ve bibeze û tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Eger van hemûyan bike, wê di 39. sala 15’ê Tebaxê de hemû erkên xwe yên şerê şoreşgerî bi serketî pêk bîne.
Li vir ya girîng tevlîbûna Tevgera Azadiyê û cihgirtina di nava refên gerîla de ye. Ciwanên di bindestiya pergala faşîst-qirker de ne, bi hêrs û nefreteke mezin dixwazin tevlî gerîla bibin û tola xwe hilînin. Lê rê û rêbaza vê yekê nizane û di vê mijarê de rênîşandana rêxistinî bi têra xwe nayê kirin. Ji ber ku şêwazê berê ji aliyê dijmin ve hatiye zanîn û astengiyê derdixe. Di wê rewşê de pêwîst e mirov ne yên berê dubare bike, beklu bikaribe nûbûnê çêbike û rê û rêbazên nû pêş bixe. Mînak, dikare çûyîna deverên çiyayî yên herî nêzîk tercîh bike. Ger ev ne pêkan be, dikare li deşt û bajaran bikeve nava xebatên rêxistinkirin û çalakiya xweparastinê. Yanî gerîlatiya çol û bajarî dikare were pêşxistin.
Divê ciwan bêyî ku astengiyan nas bike tevlî têkoşîna salvegera 39’an bibe û biherikin nava refên têkoşînê. Divê bi berpirsyariyeke mezin erkên dîrokî yên sala 39’an bi cih bîne û bi serketî pêk bîne. Ger ku nikaribin xwe bigihînin gerîla, dikare ji bo demekê tevlê saziyên din ên welatparêz bibe û têbikoşe û li ser vê bingehê rêyên tevlîbûna gerîla peyda bike. Di vir de ya girîng tevgerîna berpirsiyar, afirîner û bi israr e.
Li ser van esasan em ciwanên Kurd ên qehreman silav dikin û cejna wan a 39. salvegera 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em dixwazin di sala 39’an de hemû ciwanên welatparêz di nava refên partiyê û gerîla de bibînin. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiyên pêngava ‘Werîn Cenga Azadiye’ wê pêk bînin, ji hemû ciwanên Kurd re serketinê dixwazin.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka