NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.
QSD’ê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdbûna 21 şervanên wan derew in û got: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di 19, 20, 21 û 22’yê Tebaxê de nûçeyên derew belav kirin û tê de îdia kir ku 21 şervanên me şehîd bûne. Ev îdia dûrî rastiyê ne.”