NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyê hejmara xwe ya meha Tebaxê bi sernivîsa “Bi rihê serkeftina 15’ê Tebaxê, werin cenga azadiyê” derket.
Kovara ku bi zimanê Kurdî (Zaravaya Kurmancî) û Erebî derdikeve, navaroka wê bi vê rengî ye;
Nirxandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê de di kovarê de cih digire.
Perspektîfa Ciwanên Şoreşger û portreya şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) jî di navê de heye.
Heman demê de derbarê Şerê Gelê Şoreşgerî de nivîs hatine amade kirin. Her wiha derbarê girêdanbûyîna di navbera Pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê de jî gotarên xwaş cihê xwe digirin.