DÊRÎK – Di çarçoveya sekna li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, komîteya ciwanên TEV-DEM’ê li bajarê Dêrîkê, dewreya perwerdê ya destwerdana lezgîn û hemşîreyê vekirin.
Di dewreyê de waneyên li ser dermankirina birînan, vekirina damarê, bikaranîna derziyan û gelek mijarên din tên dayîn.
Dewreya ku di çarçoveya xwerêxistinkirina di Şerê Gelê Şoreşgerî de hatî vekirin, bi tevlîbûna 22 ciwanan wê 7 rojan dewam bike.