MEXMÛR – Komîteya Çand û Huner ya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê, ji bo festîfala xwe şehîd Zîlan amadekariyên xwe dikin. Li ser navê Meclîsa Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ku cihê xwe di nava komîteya amadekariyê de digire Selma Bozan axivî.
Selma di axaftina xwe de diyar kir ku ewê li dijî her êrîşî li berxwe bidin û çanda xwe biparêzin.
Bi temamî axaftina Selma wiha ye;
Me di meclîsa ciwan û jinên ciwan de komîteyeke taybet ya çand û huner vekiriye. Armanca me ya sereke ji vekirina vê ewe ku, em polîtîkayên şerê taybet ya li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin vala derbixin. Dîsa armanca me ewe ku em çanda xwe li her derê belav bikin û bi herkesî bidin nas kirin. Ew êrîş û şerê ku dijmin li ser me dide meşandin, di serî de li ser çand, huner û zimanê me ye. Em di xebatên xwe yên çandî de tenê bi dîlanê re sînordar namînin. Gelek beşên me yên dîtir weke şano, pêşkêşvanî, stran û hwd heye.
Em weke jinên ciwan ên wargehê, hem jî weke endamên Meclîsa Ciwanên Mexmûrê, me xwast ku em beşa çandê vebikin, da ku ji herkesî re dîrok, çand, nasname, ziman û jiyana xwe bidin rave kirin. Ev dijminê ku niha êrîşî me dike, hemû şerê xwe ji bo tunekirina çand û hunera me ye. Bi şerê xwe yê taybet dixwaze vê yekê pêk bîne. Em jî weke ciwan vê yekê qebûl nakin, li dijî wê emê heya dawiyê jiyana xwe ya Kurdewarî, çand û hunera xwe li Kurdistanê bidin jiyan kirin.
Banga min ji bo tevahî ciwan û bi taybet ciwanên welatparêz ewe ku ew jî bibin perçeyek ji çand û hunera Kurdî û em şopên xwe di dîrokê de bi hunera xwe ya Kurdî bihêlin.”
NC// Rizgar Adanmiş