STENBOL – Parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê Mazlû Dînç, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî, daxwaza hevdîtinê bi miwekîlê xwe re kir.
Parêzeran, ji ber ku 5 mehin agahî ji miwekîlên xwe negirtine, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyet Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
Parêzer, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hefteyê du caran serlêdanê dikin.
Ji 25 Adara 2021’î heta bi niha tu agahî ji Rêberê Gean Abdullah Ocalan nehatiye girtin.