ŞEHBA – Dewleta Tirk a dagirker serê vê sibehê bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê.
Li gorî bîlançoya nû, di êrîşê de herî kêm 3 kes şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn.
Di dîmenên ku derketine holê de, tê dîtin ku gelek birîndar hene û parçeyên şarapnelê li bedena hinekan ketine.
Li gorî agahiyan di êrîşê de Reşîd Elîko yê 28 salî û Fatime Osman Mamo ya 22 salî û kesekî navê wî nehate hînbûn şehîd bûn.
Navê 5 birîndaran wiha ye:
Semîr Ebdulqadêr Reşo, 31 salî
Menan Reşîd Hesen, 57 salî
Hisên Mûrad Qirukî, 13 salî
Egîd Fexrî Şêxo, 32 salî
Zuhêr Ebdullrehmen Mihemed, 36 salî
Ji ber teqînê zerar li avahî û wesayitên li derdorê jî bû.