DÊRÎK – Ji Dêrik, Koçerat û Beravê bi sedan kes li Qada Azadiyê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê protesto kir. Xelkê ji vir dest bi meşê kir, di rêyên bingehîn ên bajêr re derbas bû û gihîşt ber Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê.
Gava meşê li ser hev dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê“, “Erdoganê Kujer“ û “Bimire xiyanet“ berz kirin.
Yûsif Silêman ê li rawestgeha dawîn a çalakiyê li ser navên oldarê Dêrikî axavtineke kurt kir û banga parastina destkeftiyan li dijî êrîşên dewleta Tirk kir.
Yûsif Silêman, bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, endamên Koalîsyona Navneteweyî û dewletên garantor kir ku xwe li ber êrîşan ker nekin.
Silêman, bêdengî şermezar kir û got: “Xelkê herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ji hemû cîhanê re gef in bi hezaran şehîd dan. Lê hêj jî dewleta Tirk a faşîst, xelk û hêzên me ji xwe re dike hedef.“