NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyeke nivîskî da, tê de nasnameya şervanekî xwe ku 23`ê Tebaxê şehîd bûye, eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hate gotin;
“Hêzên me bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li seranserê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomînin. Hêzên me asta berxwedana xwe bilind kirine û ji bo serwerkirina aramî û îstiqrarê hemû êrişên li dijî gelê herêmê pûç dikin.
Şervanê me “Baran Devrim” dema ku erka xwe ya leşkerî pêk di anî tevlî karwanê şehîdan bû.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd Baran û gelê xwe re dixwazin. Soza xwe ya ji bo tevahî şehîdan dubare dikin ku emê rêwîtiya şehîdên xwe û armancên wan ên azadî û rûmetê di welatekî bi ewle de, bidomînin.
Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Baran Devrim
Nav û Paşnav: Ehmed Omer Hero
Cih û Dîroka Ji dayikbûnê: Qamişlo/ 2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo/23 Tebaxa 2022.”