NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê şihadeta şervanê xwe Botan Birîm (Hemza Birîm) ev daxuyanî da;
“Di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şer û têkoşîna ji bo axa xwe û azadiya gelê me ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didomînin. Di vê çarçoveyê de hevrêyê me Botan Birîm roja 24’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, gihîşt şehadetê.
Hevrê Botan, li bajarê Efrînê ji dayik bûye û di malbateke welatparêz mezin bû. Wek her welatiyek me yê Efrînî û Kurdistanî hevrê Botan jî vegera bajarê Efrînê ji xwe re kir armanc û tevlî doza azadiyê bû. Di temenê xwe yê ciwan de bi koçberiyê re rûbirû ma, bê ax ma lê şeref û rûmeta xwe li hember dijmin parast. Hêza xwe ji fikr û ramanên azad ên Rêber Apo û ji berxwedana gelê xwe girt. Di tevlîbûna xwe ya jiyanê de dilnizm bû, di emrê xwe yê di nav têkoşînê de kedek mezin da. Berpirsyartiya xwe ya li hember gel a barekî giran e ji bo her mirovekî, bêteredûd pêk anî.
Em li ser soza xwe dimeşin û em di wê bîr û baweriyê de ne ku wê ti xeyalên şehîd û gelê me nîvco nemînin. Soza ku me daye şehîdan û gelê xwe em ê bi çalakiyên xwe heta dagirkerek jî li ser axa me be têbikoşin û destnîşan dikin ku warên xwe yên dagirkirî rizgar bikin. Li ser vê esasê em sersaxiyê ji malbata şehîd Botan û gelê xwe ra dixwazin.
Nasnameya pakrewanê me wiha ye;
Nasnav: Botan Birîm
Nav û Paşnav: Hemza Îbrahîm Birîm
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê ji Dayikbûnê: Heleb
Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2022’yan”