NAVENDA NûÇEYAN –
Ji dahorandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..
Jiyan bi temamî ji nû ve zindî dibe. Hema hema hemû zindibûn ji nû ve Ronesansê dijîn. Lewra ji nû ve zayîn encamavê ye. Jixwe ji bilî vê bi cureyek din jî nayê kirin û nikare bê jiyîn. Ji ber em miletek weke zarokan hem hatine xapandin, hem hatine tirsandin û hem jî xistine rewşên hîn xirabtir, tişta herî zêde hewce ji bo me hatiye qedexekirin. Dema em jî dest davêjinê, di tevahî dîrokê û roja me de hewl didin me bi qedexeyên berfireh û rêbazên gerekirinê dûr bigirin. Dîsa jî li welatê me yên bi eleqeya wan bi miletê me re nîne, her cure talankarî û sazûmankirinê mafên xwe yên xwezayî dibînin. Wexta em dibêjin tu kiyî, ji kur hatî, bêku bixwaze yek gotinê ji zimanê me fêm bike, yekser dibêjin; “Qedexe ye, te tawanek mezin kir, mafê te darvekirine” û wisa hewl didin xwe ji vî karî xilas bikin. Ev di heman demê de diyar dike ku em çiqasî di rewşek belengaz de hatine hiştin. Ango ji dizê malê yê beramberî xwediyê malê xirabtir rolek dizê malê dilîze. Weke ku tiştekê nahêlin, xwediyên malê jî bi darêzek û komkujiyek herî giran re rûbirû dihêlin. Wexta hinekê deng jî tê derxistin, wê jî ji bo te pir dibîne. Dibêjin; “Mala mine, keda mine û her tiştê mine.” Bes tu tawana herî mezin dikî. Wisa dizê malê li kur û çi demî hatiye dîtin? Heta ku bersivek dijwar ji van pirsan re neyê dayîn, yek ji we jî zêde serbilind nabînim û cidî jî nagirim. Di bingeha rexneyên min ên herî giran li mirovên me dikim de hêza biryarê û îdîabûna min heye. Ezê yek ji we jî cidî negirim. Heta ku hûn beramberî dizê ku ji dizê malê jî xirabtire tiştekê nebêjin û li dij dernekevin yeqîn nakim ne hûn dibin namûsa malbatê, ne mafê we yê mal û milk dibe û ne jî mafên we yên kesî heye. Ezê we
weke kesê xwe dixapîne, rezîl û kêrî pênc quruşan nake binirxînim. Ji ber rastî wisa ye. Ya rastî hêza xwe ji vir digirim û êdî hûn pir eşkere dibînin ku ev wisa ye, vêca bawer dikin hêdî hêdî divê hûn bi hêza xwe hinek tişt bikin. Lê dîsa jî pir sînordar û nebese. Hêj hûn ne di ferqa hêza xwe de ne. Kesek çawa dikare xwe binirxîne, çawa bide karkirin, hêj ev jî zêde ne hatiye fêmkirin. Ger mirov vê fêrî zarokekî jî bike,dibe ku zêdetir a serkeftî bike. Hûn ji wan jî paşdetir dimînin. Sedemên vê jî yên tên zanîn hene. Weke min gotî dizê malê xwediyên mafê herî biçûk jî bi tawanbariyek giran re rûbirû dihêle ku, ev jî sazûmaniyek dîrokî ye. Nexasim ev çîroka hezar salî ya serdestiya Komara Tirke û dijwariya Komara Tirke. Li gorî xwe ser xistiye û dikare me ji rê derbixe û berovajî bike. Me
beramberî me tîne rewşek ku neyê nasîn. Bi vî rengî jî hewl dide xwe ji vî karî bide aliyekê. Ji aliyê me ve ji nişkê ve lêpirsîna vê, ew xist nav tirs û xofê.Nexasim her roj di derbarê min de dixwazin çi û çawa bêjin eşkere ye. Hemû tişta dixwazim eve, dibêjim; “Were em rojekê bi te re nîqaş bikin.” Em baş dizanin bi xofek mezin ji vê gotinê jî ditirse. Dibêjim; “Destê xwe dirêj bike.” Mane em dizekî digirin, dihizire ku dema destê xwe dirêj bike wê her tiştê xwe ji dest bide, lewra pir bi tirs û xof dihese dawiya dizek ku evqasî dizî û winda kirî dê çibe û direve. Nexasim ev bi doza dawî ya DEP’ê re jî derket holê. Çima ji hevdîtinê direve? Çima hinek têgehan wisa bi fikar bikar tîne? Hemû cîhan beramberî vê şaşwaze. Dibêjin; “Di ti vesaziyên huquqî de rewşên wisa nayê jiyîn.” Li gorî me rastiya Komara Tirk kêm hatiye fêmkirin. Bi vî rengî rastiya Tirk sînordar –jixwe rastiya çîna serdeste- eşkere dibe. Her ku hinek din binê wê tê ronîkirin wê hêj çi derbikeve holê! Ya rastî tişta tê jiyîn jî fikar û tirsa vê ye. Ji bo ev neyê eşkerekirin rêbazên hîlebazî û çewsandinên pir tund tên pêşxistin. Elbet em jî di vê mijarê de hinekê bi aqilin û ji ber hinekê jî wî dinasin, her ku rûpoşa wî li erdê didin, vê xistinê jî hêceta şer a herî bingehîn dibînin. Rêbaz û taktîkên tên pêşxistin, dibin sedem hîn zêdetir di ser tawanê de bê girtin. Rewşa ku wî zêdetir ditirsîne û her kesî şaşwaz dike hinekê jî wisa ye. Lewra qaşo dema me darezîn dike, dê ew bi xwe kembaxtir bê darezîn. Emê encamên wan komkujiyan – jixwe komkujiyek pir bêdeng dimeşîne û bi fikarek mezin dixwaze tavilê vê komkujiyêbi encam bike- bi dijwariyekmezin hem têbigihin, hem jî bihizirin ku berdêla wê jî pê bidin dayîn. Dê îro aliyê herî girîng a hunera me ya şer jî ev be. Hesabê komkujiyek ku bêdeng tê meşandin û li gorî wan dixwazin bigihînin qonaxa dawî çawa tê dayîn û tawana yên qetil dikin çawa tê ronîkirin? Nexasim emê hesabê vê çawa
bipirsin? Kesê ku dibêje; “Hinekê bi îdîa me, mirovim, welatparêzim û demokratim”, peywira sereke ku li pey be eve û ev jî peywirek pir girînge. Bi hezaran mirov bêpirs û pirsiyarî hatine îmhakirin. Bi deh hezarên ku di zindanan de hatine rizandin hene. Bi sed hezaran mirovên ku di bin navê lêpirsînê de mehkumê her cure îşkenceyan kirîn hene. Dîsa bi milyonan milet û miletên me yên mirov nekare weke jiyan binav bike –ku ti ferqa xwe ji zindanê nîne-, di pêvajoya mirinê de dana jiyîn hene. Ev ne pêvajoyek wisa asayî bê derbaskirine. Ev rastî tev, bêguman dê feraseta we diyar bike, dê ev feraset asoyên ramanên we zelal bike û her wiha dê ev xeta we destnîşan bike. Di asta duristî û hûrûkûriya we de wê hêza we ya meşê derbikeve holê. Ger hûn wisa bin, dibe ku hûn di jiyan û vîşerî de bi îdîa bin. Em girîngiyek mezin didin ku wisa bin. Weke hûn jî dibînin ev pir girînge û teqez divê hinek tişt bên kirin. Bi qasî hewce dike jiyan şênber be, beriya wê jî ev pirsgirêkek mirovahiyê ye. Teqez divê mafê wê bê
dayîn. Bêguman hûn jî li ser vî bingehî ji dil û can pêş dikevin. Ji ber di vê manê de ev qad, qadek îdîayek mezin û darezînek mezine. Qada rastî derxistina holê û li ser vî bingehî ya mafdar û rast destnîşankirin û pêşxistina şerê wê ye. Me nirx da, bi rojane em nîqaş dikin û hewl da bersivê bidin bendewariyên we. Bersiv ji pirsgirêkên we yên girîng re hatiye dayîn. Ya mayî bi rastî jî êdî girêdayî we ye. Bi vê mebestê em her roj bangî tevahî miletê xwe jî dikin. Dîsa di kesayeta we de me bang kir û bi vê mebestê hewl da bersivê bidin gelek daxwazên we. Ger hûn bizanin bikar bînin bi salan têra we dike.Hûnê hinekê serê xwe bêşînin. Hinekê hewl bidin cewherî bijîn, bi nasnameya rasteqîn bijîn. Hûnê tiştên ku dikarin bikin baş bihizirin û zelal bikin. Bi vî rengî dehemîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê, şehîdên di van salan de çêbûne, fedekarî û wêrekiya ku vê ava kiriye ji bo we jî dibe zayînek nû, di bûna xwediyê bidestxistina nasnameya rasteqîn, meşek wêrek û serkeftî de bese û heta zêde ye. Vaye em van jî wisa bi we didin diyarkirin. Yeqîn dikim ev jî başiya herî mezine ku em li mirovên xwe bikin.