“Xiyaneta li welat yek ji tiştên herî xerab û qirêj e, tenê kesên kêm, rezîl û bêrûmet vê dikin”
Xiyanet têgeheke ku di wateya xwe de rastiya bêrûmetiyê eşkere dike û asta herî jor a têkçûyîna exlaqî û bê namûsiyê derdixe holê. Kesên bi yekê tên wesifkirin, kesên di nava malbat û hevrêyên xwe jirêderketî, dûrketî ne. Ji kevin de cezayê kesê îxanetê li welatê xwe dike û di şerîetên olî û yên kevn û nûjen de ne bi çavekî rêzgirtin û qîmetdayîn, lê bi çavekî bêexlaqî, xirabî û bêqîmetiyê li wan tê nêrîn.
Xayîn, heta ji hêla yên ji bo wan dixebitin jî her tim bi çavên heqaretê tên dîtin. Dema ku efserekî Awisturyayî tê cem Napoleon da berdêla agahiyên ji bo serekftina di şerê wî li dijî Awisturyayê de dane wan bistîne, Napoleon silavê nade wî û û zêran li erdê dixe. Efserê Awisturyayî dibêje: “Ez dixwazim bi dest silavê bidim împerator”, lê Napoleon wiha bersiva wî dide: “Ev zêr ji bo yên mîna te ne. Lê destê min nakevin destê kesê xiyanetê li welatê xwe bike.”
Beriya wefatê ji Hitler dipirsin; Kesên herî bêrûmt ên te di jiyana xwe de dîtine, kî ne? Hitler vê bersivê dide: “Kesên herî bêrûmet ên rastî min hatine, ewên ku di dagirkirina welatên xwe de alîkariya min kirine ne.”
Che Guevara jî dibêje: “Kesê îxanet li welatê xwe kiriye û firotiye, mîna yê pereyê bavê xwe didize da ku dizan têr bike. Ne bavê wî, wî dibexşîne ne jî diz wî xelat dikin.”
Di 31´ê Tîrmeha 2022´yan de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî ajan û sîxuran ên ku welatê xwe firotine û hevkariyê bi dagirkeriya Tirk re kirine û bûne sedema şehîdxistina gelek şervanên û fermandarên QSD´ê, endamên hêzên ewlekariyê û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser, kesayetên welatparêz û civakî yên navdar,”Operasyona Sonê” ragihand. Bi wê re bi dehan ji wan girtin û radestî dadgehê kirin ku cezayê xwe bibînin.
Pirsa xwe dide der, gelo sedemên mirov çi ne ku xiyanetê li welatê xwe bike?
Gelek pirs li ser vê mijarê derketin. Lêkolîn li hev dikin ku xizantî, zilm, nezanî, çavbirçîbûn, perwerdeya şaş û hestên xerîbiyê roleke mezin di avakirina hewa û belavbûna xiyanetê de dilîzin. Bê guman girêdana lawaz a mirov bi welat û civaka xwe ve wekî naxweşiyekê ye kubêyî naskirina sedemên wê nayê çareserkirin û bandorên wê nayên kêmkirin.
Pêwîstî bi gelek tedbîr û rêbazan heye, da ku pandemiya xiyanetê were têkbirin yan jî herî kêm were sînordarkirin. Mirov dikare van rêbazan wiha bîne ziman:
-Divê dewlemendî bi awayekî adilane werin belavkirin, rêz ji serweriya qanûnê re were girtin, hewayeke jiyana birûmet dûrî îhtiyac û mehrûmkirinê were dabînkirin.
-Divê pêşketineke aborî ya giştî bi dadweriya civakî ya herî kûr were pêkanîn.
-Divê ol ji dewlet, dibistan û zanistê werin cûdakirin û rêgeza hemwelatîbûnê were pêşxistin.
-Divê bêyî cudabûna olî, mezhebî, taîfî, neteweyî û etnîkî û zayendî, derfetên kar ji hemû beşên gel re were peydakirin. Her wiha divê kar li gorî pîvan û çarçoveyên diyarker were kirin da ku baweriyê di navbera ferdên civakî û desthilata serwer de were avakirin.
-Divê kar li ser belavkirina çanda hemû pêkhateyên wê bi rêya azadiya ragihandinê bi hemû cureyên wê were kirin, her wiha divê rêz li hemberî sembolên pîroziyê yên xwedî girîngiya hestiyariyê di jiyana oldaran de were girtin.
-Divê rêgezên demokrasiyê werin pêkanî û rêz li hemberî bawer, adet û urfên xelkê re were girtin û rê li ber hemû rêbazên tudraw, tundî û çewisandinê werin girtin.
-Divê bi rêya pergeleke fêrkirinê ya pêşketî ya bê pere, girîng û elaqeyeke mezin bi aliyê perwerde û exalq re were kirin. Di heman demê de divê çanda efû û hezkirinê were belavkirin, hemû cûreyên zilmê ji holê werin rakirin, rûmeta xelkê were parastin û nêrîna aliyên cûda were qebûlkirin.
-Divê navendên werzîş û hunerî (Şano, Sînema, mûzîk, wênexêzî û belê…) werin vekirin tevliheva van navendan were teşwîqkirin da ku derûnî û reftar werin perwerdekirin.
-Divê li hemberî xizanetî, bêkarî, nezanî, narkokîkê, bê hêvî, cûdabûna çînê ya di civakê de xebat were kirin.
Der barê tiştên hatine bi bîrxistin, em dibînin ku em dikarin dawî li xiyanetê bînin û wê ji kokê ve rakin, ew jî bi rêya hevgirtina hemûyan di xebateke cidî û berdewam de pêkan e.
Dibe ku pêdiviya me bi demê hebe heta ev yek pêk werin, lê dirêjbûna demê ne girîng e, ya girîng em di rêya rast de bin.
Diya İskender Nivîsandiye…..