ŞEHBA – Bi deh hezaran şênî li pêş Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyên her sê welatiyên ku 24`ê Tebaxê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk li ser sûka navçeya Til Rifetê de şehîd bûbûn, wergirtin.
Bi hatina malbatên şehîdan re, cenazeyê şehîd Hemze Birîm bi daholê û zurneyê hat pêşwazîkirin, cilên wî yên zavatiyê li ser cenazeyî wî hatin danîn û destê bûka wî hat henekirin. Dihat payîn ku duh daweta Hemze bûya, lê belê di encama êrîşa balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de Hemze Birîm, Reşîd Elîko û Fatima Mamo şehîd bûn û 6 welatiyên din birîndar bûn.
Piştre hevrê û malbatên şehîdan cenazeyên wan hilgirtin ser milan û bê navber siloganên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, berz kirin.
Girseya gel ji Nexweşxaneya Avrîn ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve bi rê ketin û dengê daholê û zurneyê bi ser kolanên navçeyê ket.
Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê li kolanên Fafînê li benda cenazeyên şehîdan bû. Giseya qerebalix bi bilidinkirina nîşaneya serkeftinê şehîdên xwe pêşwazî kirin.
Li goristana şehîdan, merasimê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Henan Mamo axivî. Mamo behsa kiryar û durûtiya dewletên garantor ên li Sûriyê kir û wiha got: “Dewletên garantor îdiaya parastina van herêman dikin, lê belê tiştê li ser erdê diyar dibe durûtiya van dewletan û siyaseta wan a dualî li Sûriyê ye. Ew dewlet li hember destdirêjiyên domdar ên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêdeng in. Di encama van êrişan de gelek sivîl şehîd dibin û komkujî pêk tên. Lê ev dewleta rola ji wan tê xwestin pêk naynin.”
Mamo tekez kir ku koçberên Efrînê dê li hember dijminan di pozîsyona berxwedanê de ne û wiha domadn: “Divê dijmin baş zanibe ku vî gelî soza berdewamkirina berxwedanê daye û dê ji siyasetên dagirkeriyê yên dijmin netirse.”