NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên HBDH’ê yên Bazo Yilmaz de hat gotin, “Çalakiyên me yên li dijî alîgirên hikûmeta faşîst berdewam dikin. Em ne tenê hedefên siyasî-leşkerî yên dijmin, çavkaniyên wan ên aborî jî dikin hedef.”
Milîsên HBDH’ê yên Bazo Yilmaz diyar kir ku li Tarsûs a Mersînê li dijî tesîseke vezîvirandinê çalakiyeke sabotajê lidar xistine û ragihand, “Tesîsa vezîvirandinê ya li Bûlvara Cemal Gursel a Taxa Yenîce, ji ber ku alîgirê desthilatiya faşîst û olperest e, bûye hedefa çalakiya me ya sabotajê. Di encama şewata derketî de 50 ton malzemeyên vezîvirandinê hatin rewşekê ku nikarin bên bikaranîn, her wiha tesîs di rêjeyeke mezin de nikare bê bikaranîn.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ev pergala ku kulmek unsûrên yekdestparêz ên mêtinger, diz, gemar, bertîlxwar ku li ser keda bi milyonan karker û kedkarên xizan kêf û zewqê dikin, wê bê hilweşandin. Ev pergala mêtingeriyê ya ku li ser xwîn û giyanê gelê me yê kedkar bilind dibe, wê bi erdê re bê yekkirin. Ev celebê xwînmêj ên bê esil ji bo kêf û zewqa xwe bidomînin bi her awayî piştgiriyê didin desthilatdariya faşîst. Em weke hêzên fedayî yên ji hembêza gelê xwe derdikevin, em êrîşî hemû unsûrên vê pergalê dikin. Em aramiyê nadin wan. Heta ev pergal ji holê rabe em ê êrîşên xwe li ser hemû baregehên faşîzmê bidomînin.
Israra têkoşîna me ya yekbûyî bidestxistina serketinê ye. Em ê di rêya serketinê de hesabê berdêlan ji dijmin bistînin. Ji ber vê sedemê wê lûleyên çekên me hesabê ji dewleta faşîst a ku li girtîgehan êşkenceyê li şoreşgeran dike, êrîşî cenazeyên şoreşgerên gel dike û hewl dide navên temîz ên nemirên me qirêj bike, bipirse. Wê nikaribin ji hesabdayînê xwe rizgar bikin.”