Hêz û behreya ku mirov ber bi kar û kiryarên baş, encam û serketinê ve dike, vîn û viyana (îradeya) mirov e. Biserketina karekî baş, fêdedar û birêvebirina jiyaneke birûmet têkildarî vîneke xurt e. Bêguman serketina mirov jî rasterê girêdayî vîna mirov e. Ger ku yekitiya hiş û şiyana ramanê bi îradeyeke xurt re bibe yek, tu tişt nikare xwe li ber hêza mirov bigire. Şert û merc çiqas dijwar dibin bila bibin, mirov bi saya îradeya xwe hêzê digire û bi ser dikeve.
Mirov ji hêla madî û manewî ve xurt be jî, gava ku îradeya wî/wê qels be, têk diçe. Bi vegotineke din; karê ku mirov dike baş be jî, gava ku vîna wî/wê ne xurt be bi ser nakeve; belê karê ku mirov dike nebaş be jî, gava ku îradeya wî/wê xurt be bi ser dikeve. Ango serketin û binketina mirov ne girêdayî başî û nebaşiya mirov e; rasterê girêdayî îradeya mirov e. Wekî din jî; heke mirov îradeya xwe ji bo qenciyê bi kar bîne, berz û bilind; îradeya xwe ji bo xirabiyê bi kar bîne, kêm û serberjêr dibe. Îrade, heman gavê hêza xweewleyî û biryardariya mîrov e; ango hêza kirin û nekirinê ye jî.
Mirovên xwedî îrade her gav pirsa “heke ez vî karî bikim çi dibe?” an “heke ez vî karî nekim çi nabe?” ji xwe dike û li gor bersiva wê tev digere. Kesê/a ku li gor vê pirsê bersiveke rast dide û karekî baş dike, xwediyê îradeyeke baş e. Kesê/a ku li gor pirsê bersiveke şaş dide, karekî xirab dike, xwediyê îradeyeke nebaş e. Gava ku raman, bîr û bawerî û biryara mirov ji bo alîkarî û berjewendiyên civakê be, aqilane, maqûl û mantiqî ye. Gava ku raman, bîr û bawerî û biryara mirov ji bo berjewendiyên kesane û xirabiya civakê be, derîaqil, bêyom û derexlaq e. Ji bilî wê jî, erka îradeya xurt û erka îradeya qels heye
Îrade, hevkariya hiş û dil e ku biryarê dide kiryar û çalakiya mirov. Gava ku aqil bi bîr û îradeyê re li hev bike, serketin teqez û mutleq e. Belê gava ku di navbera aqil, bîr û îradeyê de nelihevî hebe, encam têkçûn û binketin e. Dema em li dîroka mirovahiyê dinihêrin, kesên ku di karê xwe de bi ser ketine hemû xwediyê îradeyeke xurt bûne. Ji bo wê; divê beriya her tiştî di şaxên hunerê yên wekî wênesaziyê û muzîkê de, di qada perwerdehî û hîndekariyê de, di warê zanîn û wêjeyê de, di şaxên werzîşê de di rêveberiya siyaset û polîtîkayên rojane de û di hemû kar û xebatên jiyanê de îradeyeke mirov a xurt hebe.
Bêşik dijberên karên baş ji alîkar û pêgirên karên baş zêdetir in. Ji bo wê, bi taybetî kirina karên baş îradeyeke xurt divê. Kesên ku kirina karên baş ji xwe re kirine armanc û bi îaredeyeke xurt tev geriyane hemû bi ser ketine û dijberên başiyê bêzar û neçar hiştine.
Dijmin û dijberê karê baş yê herî xirab tiralî ye. Tiralî, dijminê herî hov e ku li gor şert û mercên jiyanê û rewşa civakê xwe diguherîne. Gava ku şert û mercên nebaş derdikevin holê, xwe li hincetên nederbasdar digire û wekî dijminekî hundirîn xwe vedişêre. Em dikarin li vir rewşa xwendekarekî tiral ê ku bê dilê xwe diçe dibistanê wekî mînak nîşan bidin. Xwendekar her roj bi hest û hizrên “ne hewce ye ku ez îro bixebitim; hê saleke dûvdirêj li pêşiya min e, ez ê paşê bixebitim” tev digere. Ev hest û hizrên bi vî rengî yên bêkêr û bêxêr xwendekar ber bi tiraliyê ve dibin. Hest û hizrên wiha ne tenê ji bo xwendekarekî tiral; ji bo hemû kesên ku bi keslanî tev digerin, malxerabûn e. Lewre taloqkirina kar û tiraliya mirov ji îredeya mirov a qels tê. Mirovê tiral xwe dispêre îradeyeke qels û îradeya qels jî xwe li mirovê tiral digire. Divê beriya her tiştî mirov wî dijminê xwe yê hov ê hundirîn baş nas bike. Karê îradeya zeîf, taloqkirina karê baş e. Ew, ne ji bo serketinê; her gav ji bo têkçûn û binketinê dilebite. Tenê îradeyeke xurt dikare ji heqê tiraliyê derkeve. Heta ku îradeyeke xurt pêk neyê îradeya zeîf têk naçe. Lewre rastiya jiyanê tu car valahiyê qebûl nake. Çawa gava ku qencî tune be, xirabî şûna wê digire. Îradeya mirov ne xurt be, dê îradeyeke zeîf şûna wê bigire û wî bi rê ve dibe. Li cihê ku mirovê qenc karê xwe neke, teqez dê kesekî xirab karê wî bike.
Fikra betaliyê yan jî hestên tiraliyê kirin û kiryarên kêf û hingimeyê û her wiha tevgerin gêjbûn û sistiyê li ber îradeya rastîn mehkûmî tunebûnê ne. Mirov bi vîna xwe mirov e. Îradeya qels, tavilê amade ye ku teslîm bibe. Îradeya xurt, li ber xwe dide û ji bo serketinê hewld dide. Dema ku mirov hêza îradeya xwe derdixe holê, dibîne ku serketin ne bextewariyek û ne jî rasthatiniyek (tesadûfek) e. Yanî serketin ne bextiyarî, ne mîrate, ne dewlemendî û ne jî statû ye. Rasterê girêdayî vîn û viyaneke xurt e ku bi kar û kiryarên baş û berxwedanê pêkan dibe. Serketin daxwazeke bêdeman e ku bi xebat, bi hêza îradeyê ya ku ji armancê bi dûr nakeve, bi dest dikeve.
Îradeya ku şiyaneke manewî ye, bi çalakî, şêwaza xebat, rêzik û disîplîna xebatê derdikeve holê. Her xebata ku li gor rê û rêbazeke tekûz û hişmendiyeke erênî tê kirin, encam û berhema îradeyê ye. Hişmendî, hişyarî, hewldan, perwerdehiya baş û xwedîderketina baş, riyên herî rast ên îradebûnê ne.
Riya serketinê ya herî kurt jî rasterê girêdayî bikaranîna îradeya xurt e. Plana jiyanê ya kesê ku bi hêza herî bilind a îradeyê bawer dike, divê her roj bi hewldan û bêtir jî bi xebateke bibandor tev bigere. Riyeke aqil û zanyariyê ya ku wekî “tîr-kevan û hedef”ê tê sêwirandin û binavkirin, heye. Kevan laşê mirov, tîr hêza mirov, hedef armanca mirov e. Piştî ku biryar tê dayîn, bîr û vîneke xurt, rêbazek jidil û bêhnfireh dikevin meriyetê. Xebatkar, neçar dimîne ku tîr û kevan bi hev re bixebitine û tîrê ber bi hedefê/armancê ve bike. Dema ku dest û mil bi kevan re li hev bin, çav li hedefê bin, hemû laş û mêjî bi îradeya xebatê re tevbigerin, tîra ku tê avêtin ji riya xwe dernakeve, diçe hedefê û digihîje armancê.
Ji bo her mirovî/ê; armanc biryara ramanê, raman berhema bîrê, bîr kana vînê û vîn jî vejena (enerjiya) jiyanê ye.
Adar Jiyan Nivîsandiye….