BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kir:
Dagirkerên ku bi bombeyên nukleerî û çekên kîmyewî yên taktîkî çeperên şer ên Girê Şehîd Zemanî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bombebaran kirin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrol kirin.
10’ê Tebaxê saet 09:40’î tîmên me yên bi tevger, van dagirkerên ku li çeperekî kom bûn kirin hedef û li wan xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.